06 oktober 2021

Tirk tim neyarên kurdan û kurdî bûne

 


Li hewşa Zanîngeha Karabukê bi 22 zimanan ”Hûn bi xêr hatin” nivîsîne. Di nav van 22 zimanan da kurdî tune ye.
Çimkî kurdî zimanê neyarên tirka ye.

Di meclîsa Tirkiyê da jî tercumanên îngilizî, fransî, almanî, rûsî, erebî hene, lê axaftina bi kurdî qedexe ye.

Çimkî tirk neyarên miletê kurd in û lema jî ji zimanê kurdan jî nefret dikin, li her derê qedexe dikin.

Ev yek ne tiştekî nuh e, ji roja Tirkiye ava bûye tirk vê neyartiya xwe bi kurdan ra û bi zimanê wan ra bênabên didomînin.

Ji destê tirkan were li dinyayê çiqas kurd hene ewê gişan topî ser hev bikin, benzînê lêkin û bişewitînin.

Li dinyayê hebûna kurdan tirkan pir bêhuzûr dike, pir ditirsîne.
Lê li gorî vê neyartiya tirkan hîn jî bi milyonan kurd heyarênên tirkan û zimanê wan in.

Ev dijminatiya tirkan bi zimanê kurdî ra tu tesîrê li kurdan nake. Tenê ji tirkan carnan gazinan dikin, lê ew bi xwe tiştekî nakin. Zimanê xwe fêr nabin, li her derê bi zimanê xwe napeyivin.

Miletek hewqasî neyarê meriv be, hewqasî dijminatiya zimanê meriv bike, meriv jê hez nake, bi çavê dost lê nanêre.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE