11 oktober 2021

Erdogan îşareta êrîşeke nuh da !

Serokê Tirkiyê Erdogan îşareta êrîşeke nuha ya ser Kurdistana Rojava daye. Gotiye ”ji Sûriyê êrîşî ser welatê me dikin, êdî sebra me nema. Di demeke herî kin da emê gavên pêwîst bavêjin.”

Ji bo ku êrîşî ser kurdan bikin derew merewên bêbingeh li hev radigire. Lê gefa wî cidî ye, heger Amerîka, Fransa  midaxele neke ewê êrîş bikin. 


Kuştina du pûlisan wek sebebê êrîşê nîşan daye. Belkî sabotaj jî wan bi xwe kiribe.

Dolar 9 TL derbas kir.
Aborî pir xerab e. Îtîbar daketiye binê sifirê. Milet gefa lê dixwe.
Rûsya li Idlibê li çeteyên wî yên îslamî dixe.

Di rewşeke wiha dibê êrîşî kurdan bike. Erdogan her cara têkeve tengasiyê ewê rîşî kurdan bike û bixwaze bi kuştina kurdan tirkan aş bike.

Dibê PYD û HSD vê gefa Erdogan pir cidî bigrin û ji Amerîka, û Fransa  alîkariyê û tedbîrê bixwazin.
Gurrî bûne, ewê dîsa bela xwe di me bidin.

XXX

Ximîna baranê ye û ji malê ra jî îsot û hin tiftarên din lazim e.Dibê bîstek din em herin markêtê.

Wele şîva, tirşika bêîsot ne tu xwarin e.

Salê çûnî xweha min ji me ra îsot û ava îsota çêkiribû, me pê kêf kir, em pê xenê bûn. Îsal Corona zalim rê li me girt, em bêîsot hiştin. Dibê em bi îsotê sexte îdare bikin.

 

XXX

YNKê gotiye di hilbijartinên Hewlêrê da sextekarî bûye û lema jî ew netîceyên hilbijartina Hewlêrê red dike.

Îdîa rast e, ne rast ez nizanim, lê hêvî dikim ev yek nebe sebebê gelşeke mezin.

Pireniya milet hilbijartin boykot kiriye, dibê partî sebebên vê yekê bibêjin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE