12 oktober 2021

Kekê Mahmûd Oral dildarekî Kurdistanê bû

Medenî Faris Marsîl û Mahmûd Oral

Kekê Mamûd Oral wefat kiriye. Gorra wî bihuşt be, Xwedê sebrê bide malbat û zarokên wî. Bi hurmet bibîr tînim.

Mahmûd Oral hevalekî me yê hêja bû, merivekî fedekar û mitewazî bû, dildarekî kurd û Kurdistanê bû.

Mamûd Oral, di cotmeha(meha 10) sala 1979a da li Mêrdînê namzetê DDKDê yê Senatoyê bû.

Ez, Eyûb Alacabey, Şêxmûs Dîb, Eyûb Sînan Kiran û kekê Mahmûd Oral li herêma Mêrdîn hefteyekê bi hev ra gerîyan. Me li Dêrikê, li Qoserê, li Mêrdînê, li Gercewsê û li hin derên din mitîng çêkir û em çûn gelek gundan.

Kekê Mamûd Oral di mitînga Dêrikê da wiha dest bi axaftina xwe kir:
-Her milet û her welatek xwedî navekî ye. Navê welatê hîndûyan Hindistan e. Navê welatê afganîyan Afganîstan e. Navê welatê pakîstanîyan Pakîstan e. Navê welatê kurdan jî Kurdisan e, ew jî navê vê axê ye.

Bi van gotinên kekê Mahmûd Oral ra qiyamet rabû, pîrekan lîrandin, dengê bijî Kurdistan ji nava milet bilind bû.

Di mitînga Gercewsê da min spîkêrî dikir. Em hilkişiyan ser xaniyekî, min axaftina xwe bi kurmancî û bi  vê şiîra Cegerxwîn dest pê kir:
Ev rengê biratî me navê ger timî wa bin

Hevsarê me girêdayî bi kurtanê kera bin

Ew begler û axa û emê jar û geda bin

Ew rencbêrê dijmin û emê rencberê wan bin

Ey karker û cotkar bes e, dem hatîye rabin

Ta kengê emê karkerê axa û bega bin

Ta kengê emê hestiyê bin lingê sega bin

Ta kengê emê kole û riswa û ebîd bin
Li Gercewsê pûlis tunebû, leşkeran li qada mitîngê dora gel girtibû. Başçawîş gava bi axaftina min ra dîn bû, xwest êrîşî me bike. Min axaftina xwe qut kir û mîkrofon da kekê Mahmûd Oral.

Li gel ku me dereng dest bi xebat xwe ya hilbijartinan kir, dîsa jî me li dora 17 hezar ray girt. Li gorî wê demê ev ne tiştekî hindik bû.
Gorra wî bihuşt be, bi hurmet bibîr tînim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE