12 oktober 2021

Kurmancîya hin kesan wek gezo şîrîn e

 

Ez îro çûm ser berber, porê min hinekî dirêj bûbû, min kur kir.
Di 16ê vê mehê da kongreya Komeleya Nivîskarên Kurd e. Ez ji nuha da ji bo wê rojê haziriya xwe dikim.
Piştî porê min ket dûzanê, min selfîyek xwe jî girt...

Esas porê dirêj li min tê û ez ji porê dirêj hez jî dikim. Lê xanim dibêje porê dirêj bi te nakeve.

Berberên taxa me giş ereb in. Berê berber giş asûrî-suryanî bûn. Lê nuha ereban ji wan girtiye.

Piştî ji ser berber, ez dagerîyam mixazeyeke mobîlyefiroş. Xwedî kurdên ji Agiriyê ne. Dema ez ketim hundur xwedî bi telefonê bi yekî ra dipeyivî. Yekî navsale be, dişibiya gundiyekî.

Ez bûm heyranê kurmanciya wî. Wek şiîrekê bixwîne, her peyva xwe bi şid, bi wezn û kafîye digot.

Ji bo ku têr li kurmanciya wî guhdarî bikim, min çavê xwe li mobîlyeyan gerand, li nêzî wî xwe awiqand, xwe zêde jê bi dûr nexist, têr lê kurmancîya wek gezo guhdarî kir.


Ev risim kuça kêlek mala me ye

Bêyî ku telefonê bigire, ji guhê xwe hinekî dûr xist,  hat ba min, bi swêdî ji min ra got:
-Ma ji te ra tiştek lazim e?
Min got:
- Na wele tiştek ne lazim e, kêfa min ji kurmancîya te ra hat, min xwest lê guhdarî bikim.
Camêr kenîya û ji min dûr ket.

Kurmancîya kurdên Konyayê jî pir xweş û orjînal e, ez bi kêf û zewq li kurmancîya wan jî guhdarî dikim. Ilim jî kurmancîya jinên wan pir xweş e.

Devoka wan wek ya Rihayê û Semsûrê ye. Ji berk u ez jî nîvrihayî me, ez ji devoka wan baş fêm dikim. Fena ku rihayî bipeyivin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE