13 oktober 2021

Xwedê kerîm e

Pîrê û kalê xwe bi keştiyê(gemîyê) derketibûn seyaheteka dûr Di deryayê da bahozek rabû, keştî wek hêlkanê li ba bû, pêl berberî keştiyê bûn. Wek her kesî, pîrê jî tirsiya. Kalê wê gava dît pîrê pir diqirqile, jê ra got:

-Pîrê metirse, Xwedê kerîm e.

Pîrê got:

-Jixwe ez jî ji bo wê ditirsim. Ya comerdîya Wî werê û me îkramî masîyan bike…

 

Sînema

Sosina biçûk li ser sifra xurîniyê ji diya xwe ra qala xewna xwe dikir. Xewnek dirêj dîtibû, qal dikir, qal dikir dawî nedihat. Diya wê got:

-Delala min, ma tu zanî xewn çi ye?

Sosinê got:

-Erê ez zanim. Meriv di xew da diçe sînemayê.

 

Ez jî naxwazim

Mêrik ketibû binê deyn. Tahsîldarê belediyê li deriyê mêrik xist, bi hêrs jê ra got:

-Ev cara min a dawî ye ez têm, êdî bes e.

-Mêrik got:

-Wele ewê pir baş be, jixwe ez jî naxwazim êdî ruyê te bibînim.

 

Dua ji Xwedê ra

-Mamoste ji xwendekarên xwe pirsî:

-Zarokno, ji bo ku Xwedê gunehên me efû bike, dibê meriv çi bike?

Jîro destê xwe bilind kir, got:

-Berê dibê meriv gunehekî bike. Dûra jî bo ku wî gunehê bide efeûkirin, dibê meriv ji Xwedê ra dua bike.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE