13 oktober 2021

Tirkiye haziriya êrîşke pir mezin dike

Nêta Serokê Tirkiyê Erdogan tune ye di 2023a da hilbijartinan çêke. Jixwe wê rojê ev nêta xwe eşkere kir. Got mixalefet nebe talibê îktîdarê jê ra baştir e.

Çimkî Erdogan baş zane di hilbijartinan da sedîsed ewê wenda bike û ciyê wî qulik e.

Ji bo ku hilbijartinan çêneke, ewê herbekê derxe, ewê êrîşî Kobanê, Qmîşloyê û hin derên din bike, bixwaze Kurdistana Rojava bi tevayî dagir bike.

Û ji bo ku kanibe tiştekî wiha bike, ewê çend leşker û pûlisên xwe bide kuştin, çend top û rakêtan bavêje ji bajarên Tirkiyê da û bibêje PYDê êrîşî me kir.

Bêyî viya tu pilaneke din a Erdogan-Bahçelî tune ye, ji nuha da ew û Bahçelî haziriya êrîşeke wiha dikin.

Bi qasî medya dinivîse ji bo êrîşên dervayî sînor(yanî ser kurdan)tezkereyek nuh amade kirine. Yanî tezkereya êrîşa ser kurdan. Di vir da şêla Amerîkayê pir muhîm e. Amerîka li dij be nikanin êrîş bikin. Lê dixebitin Amerîkayê bertîl bikin, pêşniyara kirinîna hin balafirên şer birine ji Amerîkayê ra.

Hukûmeta Kurdistana Rojava dibê vê pilana Erdogan pûç bike, bala Amerîkayê û Fransayê bişîne ser vê pilana Tirkiyê.

XXX

Tirk û rûmên Qibrisê piştî ku dûzana îslamîstan dîtin, dibêjin heft xwezî bi hukûmetên kemalîstan.

Îslamîstên tirk Qibris kirine hêlîna çete û mafîyayê, cineta perê reş û xumarxaneyan, imbara narkotîkayê.

Li dinyayê çiqas karê pîs û xerab heye, giş bûne sinet û pîşikê îslamîyên tirk. Xerabî, nerindî, pîsî, karên nelirê, çetecîtî û her babetê xerabiyê bi destê wan belav dibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE