Lokman Ayabe, mala wî hezar carî ava be, zahmet kiriye, kitêba
xwe “pilingekî li hewselê” ji min ra îmze kiriye şandiye. Pir kêfxweş bûm.
Di normal da meriv xwendina kitêbekê ji serî da dest pê dike, lê min ji dawiyê
dest pê kir.
Ji ber ku çîroka dawî nave kitêbê bû û çîroka “piştî deh salan” jî nave wê bala
min kişand, min çer kitêb gîhand mal, ev her du çîrokên dawiya kitêb xwendin.
Heta nuha min tiştekî Lokman Ayabe nexwendiye. Lê bi xwendina van her du çîrokan min fêm kir Lokman Ayabe hosteyekî gotinê ye.
Hewqasî hoste ye,
gotineke zêde, peyveke bêmane, metaforeke ne di cî da nekiriye. Zimanekî mikemel e.
Wek meriv li
pîreke çîrokbêj, li dengbêjekî mezin, xweşsohbet guhdarî bike, ji devê hevalekî xwe li serpêhatî û macareyên wî
guhdarî bike. Çîrok dibêje wiha be, meriv nexwaze ji dest xwe deyne.
Min çer dest bi çîroka “piştî deh salan” kir, piştî cumeleya pêşî çîrokê ez
xistim bin bandora xwe, min xwest zû biqedinîm û dawiya wê fêr bibim.
Çîroka “pilingekî li hewselê” jî eynî tesîr li min kir. Şerê “pilingê hewselê”
tê bîra min jî.
Lê min nizanîbû bi vî hawî ye, min digot belkî grûbek gerîla çend
rojan di nava Bexçeyên Heselê da qehremanîyeke mezin kirine.
Min nizanîbû “pilingê
hewselê” mahcirekî balkanî ye û ji bo kurd û Kurdistanê cane xwe feda kiriye.
Çîroka “piştî deh salan” jî bi qasî “pilingê hewselê” xweş û bi bandor e. Têma
dijminatî û heyfgirtin e. Du law heyfên bavên xwe digrin.
Yek berê heyfa bavê
xwe digire û dikeve hefsê. Piştî tê berdan, îcar lawê mêrik wî dikuje, vê carê heyfa bavê
xwe jê digire.
Lê çîrok bi hostayî, bi rengekî pir hezîn li hev ragirtiye, gava meriv dixwîne, meriv mest dibe, dilê meriv
bi her du aliyan jî dişewite, kezeba meriv diperite.
Meriv dixwaze li hemberî
kultur û enaneyên civata me îsyan bike. Lawê kuştiyekî vê çîrokê bixwîne ewê
nexwaze wek yên din miheqeq heyfa bavê xwe hilîne, ewê ji kuştinê, ji heyfgirtinê
nefret bike. Esera tesîreke wiha li însên bike ew esereke, edebîyateke serketî ye.
Çîrok li her kesî tesîreke wiha neke jî, li gelekan ewê bike.
Min sebir nekir kitêbê biqedînim û dûra binivîsim.
Ez bawer dikim çîrokên din
jî bi vê tahm û lezetê ne.
Nivîskarekî wiha dibê deh salan nepê, dibê sale kitêbekê
diyarî xwendevanên xwe bike.
Di çîrokan da herfên mezin qet nehatine bikaranîn, tekst giş bi herfên biçûk in, nav, serê cumleyê giş bi herfên biçûk in. Ev cara pêşî ye ez vê sitîlê dibînim. Qey di edebîyatê da ev jî heye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar