01 oktober 2021

Dadgehên dagirkeran adil nabin

Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê cezayê girtîgehê yê şofêrê otobozê qebûl kiriye. Ji ber ku şofêrekî diyarbekrî di otobozê da li muzîka kurdî gudarî dikir, pûlisekî di sala 2012a da lê gilî kiribû û mahkimê jî şofêr ceza kiribû.

Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê cezayê mahkimê dabû şofêr tesdîq kiriye.
Helbet ewê tesdqîq bike. Çimkî ew dadgeha hêzên dagirker e. Dibê meriv ji dadgehên dagirkeran tiştekî din nepê.

Li Tirkiyê ne hukûmet, pûlis, artêş tenê, dezgehên dewletê giş, dewlet serapê antî-kurd in. Dibê êdî em viya baş bizanibin.

 XXX

Serokê Tirkiyê Erdogan gotiye, ”Tiştê jê ra dibêjin mesela kurd, ji maf û azadiyan bigire heta bi mesela refahê, di her warî da me hel kir.”

Hela hûn werin vê sosiretê, îcar mesela kurd çareser kiriye?

Helbet bi vê quretiyê qesta wî tasfîyekirin e, dibêje min tevgera kurdî ya netewî qedandiye.

Berî vî zirzopî jî gelekan fortên wiha dan xwe, gotin me kurd qedandin, me mesela kurdî her kir. Lê ew qediyan. Ev aqûbet ya wî ye jî. Miletê kurd zû dereng ewê azad bibe û Kurdistan ewê çêbe.

 XXX

Terbîye û mistewa însên di minaqaşeyê da, diyarkirina fikrê xwe da diyar dibe. Vê medyaya sosyal gelek navên giran û warê wêran nîşanî me da. Ev jî fêydeyeke ne hindik e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE