02 oktober 2021

Miletê bêdewlet tunebe jê ra çêtir e

Li her çar perçên Kurdisistanê halê me kurdan ne tu hal e, em di nav perîşaniyeke mezin da ne.
Em tim li erdê ne, di nav nigên xelkê da ne, ereb, tirk û faris wer pê li serê medikin.
Geh li me dixin, geh me dikujin, geh me bi hezaran ji malên me, ji gund û bajarên me derdixin, bi çolan dixin.

Li çolan jî kes me qebûl nake, li wir jî em dibin qereçî û parsekên dinyayê.

Wek milet dibê ya meriv serbixwe be, xwedî dewlet be, ya jî tunebe çêtir e.

Bindestî koletî ye. Kes nikane bibêje wele koletî ji azadiyê û serxwebûnê baştir e.

 

XXX

Îranê jî wek Tirkiyê di nava axa Kurdistanê da 57 qereqolên leşkerî çêkirine. Îranê herî kêm 7 km. axa Kurdistanê dagir kiriye û li ser gir û çiyayên herî bilind qereqolên leşkerî ava kirine.

Keriyê bêkûçik gur vêdikeve.

Malê bêxwedî çeqel û çuqûl talan dikin.

Welatê bêxwedî xelk dagir dike.

Gava meriv nikanibe welatê xwe biparêze xelkê dagir bike û şargehên leşkerî lê ava bike.

Ji berê û ber da ye em nikanin welatê xwe biparêzin. Heger me kanîbûya welatê xwe biparast nuha Kurdistan hebû. Ji ber ku me Kurdistan neparast, nikanîbû biparasta farisan, ereban û tirkan ew ji me stendin û em jî kirin xizmetkar û koleyên xwe.

 

XXX

 

Koalîsyona îslamî-faşîstên tirk Tirkiye û Kurdistan li însanan kirine zindan. Yê bikanibe ji Tirkiyê direve.

Li gorî Yekîtiya Hekîman ji destpêka Coronayê û vir da li Tirkiyê û Kurdistanê 8 hezar bijşîkî(tuxtorî) dest ji kar berdaye û rojê 80 bijşîk ji Tirkiyê direvin dervayî welêt.

Tirkan ev rejîma îslamî-faşîst heq kirine. Ji bo ku rejîmeka baş neyarê kurda ye ev 19 sal in li ser hev rayên xwe didin Erdogan û AKPê. Nuha jî heta bigihîje elîtên wan ji ber vê rejîma faşîst direven. Çimkî ne azadî heye, ne jî kes kane debara xwe bike, heta bigihîje bijîşkan jî ji ber vê rejîmê direvin. Ne kurd tenê, êdî tirk jî ji ber vî cinawirê Frankenstein direvin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE