03 oktober 2021

Keç û xort kanin kurdî ji mirinê xelas bikin

Qet ne dereng e, heger keç û xortên me îdîalîst û nasyonalîst bin kanin kurdî ji qomayê derxin û geş bikin.

Tenê dibê tiştekî bikin; bi tirkan ra û bi kurdên bi kurdî nizanin ra nezewicin, bi kurdên bi kurdî zanin ra  bizewicin û zarokên xwe bi kurdî mezin bikin.
Mesele heqasî basît e.

Heger hûn ji dil kurd in û naxwazin asîmîle bibin, bibin tirk, wek min zewaca bi tirkan ra û bi kurdên bi kurdî nizanin ra li xwe heram bikin û zarokên xwe bi kurdî mezin bikin.

Piştî çend salan kurdî ewê ji mirinê xelas bibe, wek berê ewê dîsa bibe zimanê zarokên li kuçe û kolanan û zimanê çarşî û bazarê.

Xortên diherin xwe dikin qurbana keçên tirk bi dora serê keçên kurd bin.
Dema ez azib bûm min zewaca bi yeka tirk ra li xwe heram kiribû. Lê ne ew tenê, min got dibê xanima min gundî be, ez bi yeka bajarî ra nezewicîm. Ji bo ku bi tirkî nizanibe. Min yeka xalis-muxlis gundî, qerejdaxî anî, peyveke bi tirkî jî nizanîbû. Û hîn jî nizane bi tirkî silavê bide yekî. Şikir ji Xwedê ra zarokên min jî ji bin da bi tirkî nizanin. Yanî di malê da yê hinekî di tirkî gerîya ye ez im. Ez jî hetanî pir ne mecbûr bim bi tirkî napeyivim û nanivîsim.

XXX

Hezkirina ji welêt tenê têrê nake. Dibê meriv ji bo wê bixebite, fedekariyê jî bike.

Meriv parî necû nikane daqultîne.

Welat bi xwestinê, bi hêviyê azad nabe, dibê em wek gêreyan(mûriyan) bixebitin. Ji bo azadiyê bawerî û xebat şert e.

 XXX

”Însan wenda bibe, şeref bimre, însan jî namîne.” Kesên bûne destik û berdevkên dijmin ketine vî halî. Di çavê miletê xwe da miriyên zindî ne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE