04 oktober 2021

Dewleta tiroviro

Resûlê Bafeyî xortekî zanîgeh qedandiye, hemşîre ye. Lê dewleta xwedêgieravî dewlet kar nadê. Lema jî xortê bi xîret û bi qabîlîyet sewaxcîtiyê, emeletiyê dike.

Rojnameya Ewrenselê pê ra hevpeyvîneke xweş kiriye.

Rojnamevanê(Hasan Metin Taşkiran) pê ra hevpeyvîn kiriye, ji ber ku zanîbgeh qedandiye û emeletiyê dike reaksîyona hevalên wî jê pirsiye, gotiye hevalên te çi dibêjin?

Resûl bersîveke pir xweş û manîdar daye, gotiye:

”Ez tenê ne mekteblî me ku ecêb were dîtin. Ekîba me jixwe bi tevayî mezûnên zanîngeha ne. Mîmar, hemşîre, mihendiz ji gişan heye. Yê zanîngeh nexwendibe em nagrin kar.”

Ev bersîv jî nîşan dide li Tirkiyê zanîngeh çaqasî bêmane bûne. 

Heger merivê zanîngehê biqedîne û emeletiyê bike, wê demê  ne hewceyî meriv bi salan bixwîne, zanîngehê biqedîne.

Li Tirkiya xwedêgiravî dewlet zanîngeh êdî bêmane bûne, çimkî dîplome meriv nake xwedî kar. Bi taybetî jî kurdan. Ev dewlet bi hemû dem û dezgehên xwe antî kurd e.

 XXX

 Dadgeha tirkan a Colemêrgê 8 sal û 9 meh ceza daye kurdekî 4 sal berê miriye.

Tirk wiha ne, bi cezakirina bi hezaran kurdên zindî dilê wan rehet nabe, lema kurdên mirî jî ceza dikin.

Du sal berê jî dadgeha Batmanê du sal ceza dabû Kadîr Kayayê 8 meh berê miribû.

Yanî ev ne cara pêşî ye, tirkan berê jî gelek caran miriiyên me di gorên wan da ceza kirine.

 

XXX

 

Payiza rengîn û pelzêrîn hat. Xweza dîsa sor û zer kir. Êdî sar e, serma ye, potik bav û bira ye.

Ji ber van rengên sor û zer be jî meriv dibe evîndarê payizê.

 Payiza rengîn û pelzêrîn hat. Xweza dîsa sor û zer kir. Êdî sar e, serma ye, potik bav û bira ye.

Ji ber van rengên sor û zer be jî meriv dibe evîndarê payizê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE