05 oktober 2021

Derengî

Bavê ji lawê xwe ra got:

-Lawê min, sozê bide min tu yê berî 18 saliya xwe cixarê nekşînî ezê ji te ra motorsîkleteke bi dilê te bikirim.

Lîwik got:

-Bavo wele tu dereng ma, te yê viya salek berê gotibûya.

 

Ji bo ku bizanibe

Keçik ji ber sûcekî trafîkê dihat mahkimekirin.

Hakim got:

-Çaxa pûlis îşaret da te, got bisekine, çima tu nesekinî ?

Keçikê got:

-Rast e, dema pûlis îşaretî min kir ez nesekinîm. Ji bo ku bizanibe ez ne ji wan keçikên bi fîtikekê bisekinim.

Kûçik

Mamoste bi şik ji xwendekarê xwe ra got:

-Ecêb e, min got kûçikê xwe tarîf bikin. Lê tiştê te nivîsîye û yê birayê te nivîsîye gotin bi gotin wek hev in.

Lawikê biçûk got:

-Qey ewê wek hev bin mamoste, çimkî kûçikekî me her duyan heye.

 

Ji bo ku kal bûye

Yê diz hatibû girtin. Li qereqolê qumsêr jê pirsî:

-Ji bo çi tu girtin ?

Diz keserek kûr kişand, got:

-Ji bo ku ez kal bûme, êdî nikanim wek berê bazdim, lema...

Endîşe

Kalo bala xwe dayê hevalê wî pir xemgîn xuya dike, got:

-Xêr e, tu îro pir xemgîn xuya dikkî. Mesele çi ye?

Hevalê wî got:

-Endîşe û fikarên îstîqbalê ne…

-Na lo, çima tu hewqasî bêhêvî yî?

-Ji ber mazîya xwe. Mazî ev be îstîqbal(dawî) xerab e.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE