30 september 2021

Malê dinê quloçê mêra ye

Erê meriv nebe koleyê pera baş e, lê halê merivê xizan jî û yê dewleta feqîr jî ne tu hal e. Pêşiyên me ev yek baş fêm kirine, lema jî gotine:

-Malê dinê quloçê mêra ye.

-Meriv li ber kaniyê tî namîne.
-Kuxik û xizanî nayê veşartin.

-Sî deyndarê tavê ye.

Bi destê vala meriv ne kane çêyiyê bike, ne jî mêraniyê. Û ne jî kane hesretekê ji dilê xwe derxe.

Nebin koleyê pera, lê bizanibin jiyana bêpere jî bi Xwedê ne tu jiyan e. Meriv nikane dilê xwe rehet bike.

XXX

Çar nigên hespê hene, lê dîsa jî dilikume. Ez çiqasî dîqet dikim dîsa jî ji şaşiyên rastnivîsê xelas nabim.

Lê ya muhîm dibê meriv bi dîqet binivîe, bi semt bimeşe, gava likumî jî sûcdariya meriv kêm dibe, meriv kane têxe hustuyê qezayê.

XXX

Li Tirkiyê û Kurdistanê nêzî 6 milyon kes nikanin heqê elektirîka mala xwe bidin. Vê rejîma irqçî, faşîst milet sedî 30 feqîr kiriye. Xelk çareyê di reva Ewrûpayê da dibîne.

Lê serokê hukûmetê bi derewan, bi demagojiyê, bi neyartiya kurdan milet aş dike.

Bi tirr û fisan ternûr germ nabe, bi retotîka irqçî û mezinahiyê zikê milet têr nabe.

Şeş milyon însan nikanin perê elektirîka xwe bidin !

Ji we ra hindik maye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE