30 september 2021

Tesîra tiraşê

Kalo di himamê da him riya xwe kurr dikir, him jî ji xwe ra bi kêf dinuhirand.
Vê yekê bala pîra xanima wî kişand, got:
-Xêr e, çima tu îro hewqasî kêfxweş î ?
Kalo bi rûkenî got:
-Çaxa ez riya xwe kurr dikim ez xwe wek xortekî 20 salî his dikim, lema kêfa min tê.
Pîrê got:

-Waaa, ê wê demê çima tu  carnan jî bi şev jî riya xwe kurr nakî ?

 Guhertin

Du dikandarên heval sohbet dikirin. Yekî ji yê din ra got:

-Wele min ji te tiştek fêm nekir. Berê ji ber ku îşê te ne baş bû, perê te tune bû, te serî li xelkê digerand, te deynê xwe nedida. Te cara destê xwe nedavêt bêrîka xwe, te perê çayeka hevalê xwe jî nedida. Nuha şikir karê te baş e, perê te pir e, lê tu dîsa jî serî li xelkê digerînî, tu deynê xwe di wextê da nadî. Tu rojekê perê çayeka hevalê xwe nadî. Ji bo çi tu wa dikî min fêm nekir?

Hevalê wî got:

-Ji bo ku kes nebêje pera ew guherand ez wiha dikim. Ez naxwazim ev nav bi min keve…

 

Ji bo jibîrkirinê

Du heval li barê rûniştibûn him vedixwarin, him jî ji hev ra qala xerabî û zirarên alkolê dikirin. Yekî ji ji yê din ra got:

-Hadê ez nizanim ez ji bo çi vedixwim, lê tu çima vê zuqûmê vedixwî?

Hevalê wî keserek kûr kişand û bi dengekî melûl got:

-Ji bo jibîrkirinê, ji bo jibîrkirinê vedixwim…

-Tu dixwazî çi ji bîr bikî?

-Bi Xwedê wiya ez jî nizanim...

 

Fêrbûn

Jinika fahlavêj li fahla xort nêrî û jê ra got:

-Bi qasî ez dibînim û fêm dikim heta çel saliya xwe tu yê zengîn nebî.

Xort bi meraqdarî pirsî:

-Baş e ya dûra ewê halê min çawa be?

Fahlavêjê got:

-Wele dûra jî tu yê fêrî vî halê xwe bibî û dom bikî

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE