29 september 2021

Tuxtor ji qewmê meriv be xweş e

Îro ez çûm ser tuxtorê(bijîşkê) çava Celadet Çelîker. Tuxtor Celadet Çelîker him dostekî min ê ezîz e, him jî bijîşk û pisporekî çava yê pir baş e.

Min xwest ew dilê min baş têke cî. Gava tuxtor ji qewmê meriv be, dostê meriv be, bi meriv ra bi zimanê meriv bipeyive gelkî xweş e.

Şikir çavê min saxlem bû. Tirsa min ji çavê min bû, min digot belkî bêxwediya mîrkutokan xwe gîhandibe çavê min ê rastê. Lê ya baş çavê min saxlem e, tu zirar negihîştiyê.

Gava tuxtor ji qewmê meriv be, bi meriv ra bi zimanê meriv bipeyive, bi zimanê meriv îzah bike pir xweş e. Meriv him dilşa dibe, him jî bêtir musterîh dibe.

Bijîşkê(tuxtorê) hêja bi kurmancî ji min ra got, Zinar, misterîh be, tiştek bi çavê te nehatiye, ronahiya yê rastê hinekî kêm e, hinekî kêm dibîne lê nuha ne hewceyî emelîyatê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE