29 september 2021

Pere kevir jî nerm dike

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro li Soçîyê bi serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ra civiya ye û her du jî ji civînê memnûn bûne û pesnê hevdîtina xwe dane.

Ez dibêjim ewê rast be, derewa nakin. Erdogan bi hinek bertîlên nuh Pûtîn nerm kiriye.

Erdogan di axaftina xwe ya Neteweyên Yekbûyî da li ser Qirimê gelek tiştên Pûtîn aciz bike gotin. Lê pere û bertîl kevir nerm dike, lema jî ez bawer nakim Pûtîn ji ber beyanên  wî yên li ser Qirimê dilê Erdogan ji xwe bihêle.

Erdogan zane bi pera serokê neyê kirîn tuneye, tenê hinek erzan û hinek jî buha tên kirîn.

Ma Erdogan Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Sipî, Idlib û gelek herêmên din bi pera kirî?

Bi hinek perê din ewê dîsa Pûtîn nerm bike. Hêvî dikim ev texmîna min şaş be, Pûtîn nehatibe kirîn.
Hin îşaretên bala meriv dikşîne hene, fena ku li li hev nekiribin. Çimkî bi hev ra civîn çênekirin û negotin li ser çi li hev kirine. Îhtîmal heye di mesela Sûriyê, Lîbyayê, Qirimê û Ukranyayê da li hev nekiribin. Di rojên pêş da ev yek ewê eşkere bibe...

 

XXX

Di kanala CBS a Amerîkî da xanima rojnamevan Margaret Brennan ji Erdogan ra gotiye, ”Ma Bîden qet ji te ra negot dibê hûn rewşa rojnamevanan baştir bikin?”

Erdogan gotiye, ”Na, jixwe di vî warî da tu problemeke me tune ye. Di warê azadîyan da Tirkiye ji van deran pir azadtir e; azadiyên li Tirkiyê hene bi yên van deran ra nayên miqayesekirin !”

Merivê bêrû, bêheya, rûşuştî kane her virê bike. Ji bo ku meriv bibêje azadiyên li Tirkiyê hene ji yên Amerîkayê zêdetir in ya dibê meriv dîn be, ya jî pir bêheya be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE