28 september 2021

Analojîyek hevaltiya rastîn û derewîn

Hin bûyer hin tiştan fêrî meriv dike, hin dersan dide meriv. Nexweşiya min jî dersek baş da min.

Di nexweşiya min da ji 11771ê hevalên min ên Twîtterê 3 kesan saxî, silametî û şîfa xêrê ji min ra xwestine.


Ez çend rojan nesax bûm. Min bi nivîsekê got ezê demekê nabênê bidim nivîs û parvekirinên xwe, hetanî baş dibim.

Ji bo ku ez bersîva mesajên kesên li halê min pirsîne û ji min ra şîfa xwestine bidim û sipasî wan bikim, min bala xwe da bloga xwe, malpera xwe ya Facebookê û Twîtterê.

Şêla hevalên min ên Facebookê û Twîtterê pir bala min kişand.

Hevalên min ên Facebookê ji hevalên min ên Twîtterê sed qatî bêtir li halê min pirsîne, ji min ra şîfa xêrê xwestine. Şêla hevalên min ên Twîtterê ez matmayî hîştim, min digot belkî bi gelek kesan ra dostî û hevaltiya me xurttir e. Lê texmîna min ji bin da şaş bûye.

Di vê nivîsa xwe da ez dixwazim bi kinî analojiya şêla hevalên xwe yên Facebookê û yên Twîtterê bikim.
11771 hevalên min ên Twîtterê hene.
4952 hevalên in ên Facebookê hene.

Yanî hevalên min ên Twîtterê du qatî yên Facebookê ne.
Ji 11771 hevalên min ên Twîtterê di nexweşiya min da sê kesan tenê ji min ra şîfa xêrê xwestine, gotine silametî be.

Ji 4952 hevalên min ên Facebookê 134 kesan xemgîniya xwe nîşan dane, gotine Xwedê şîfa xêrê bide te.

Yanî ji hezarî yekê hevalên min ên Twîtterê îşê xwe ji nexweşiya min neanîne, bi gotinekê li halê min nepirsîne, negotine silametî be.

Lê her nivîsa ez di Twîtterê da belav dikim li gorî Facebookê deh, bîst qatî, sîh qatî, carnan jî çel qatî zêde tê ecibandin û RT kirin.

Yanî like û RTyên di Twîtterê da ji nivîsên min ra tên kirin ji yên Facebookê pir û pir zêdetir in. Di her nivîsa min da wiha ye.

Helbet temamîya 11771 kesî nivîsa min nexwend, hemû ji nexweşiya min haydar nebûn, lê bi hezaran jî bûn. Ne mimkûn e sê kesan tenê dît. Ez xwe aciz nakim, tenê qala heqîqetekê dikim, gelek caran meriv hesabê şaş dike.

Di Facebookê da nivîsên min li gorî Twîtterê pir kêm tên ecibandin û şirovekirin. Lê di nexweşiya min da 50 qatê hevalên min ên Twîtterê li halê min pirsîne.

Ev yek jî nîşan dide hevalên min ên Facebokê bêtir dilxwaz û xêrxwazên min in, bêtir kêfa wan ji min ra tê û ji hevalên min ên Twîtterê pir wefadartir in.

Di medyaya sosyal da meriv bi salan hevalê yekî be, her roj nivîsên wî biecibîne, gelek caran dilekî, gulekê têxe binê nivîsên wî, pesnê wî bide, lê roja ew kes nexweş ket, tu silavekê nedê, tu jê ra nebêjî nivîna te ya xêrê be, tu jê ra şîfayê nexwazî wê demê ya te ne tenê xemsarî ye, bêwefayî û dilnexwazî ye; dostanî û hevaltiya te ne ji dil e.
Gava dostekî meriv, hevalekî meriv nexweş ket bi kêmanî meriv jê ra dibêje Xwedê şîfa xêrê bide te.

Helbet kane gelek sebebên cihê yên vê xemsariyê hebin, lê sebeb çi bin jî meriv hinekî matmayî û xeyalşikestî dibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE