28 september 2021

Em ne mecbûr in paşnavên tirkî li ser xwe bihêlin

Paşnavên kurdan bi tirkî ye, ji wan hinek jî paşnavên pir xerab in; paşnavên irqçî, pan-tirkîst in. Hinek jê paşnavên heqaretwarî ne.

Helbet ev paşnavên xerab, irqçî, pan-tirkîst me bi xwe hilnebijartine.

Ji bo ku me rencîde bikin, ji bo ku bîna kurdayetiyê ji me neyê tirkan ev yek bi zanetî kirin.

Erê me paşnavên xwe hilnebijartine, tirkan bi zor dane me, lê belê em kanin wan ji ser xwe rakin, em kanin paşnavên kurdî li xwe kin.

Ev yek di destê me da ye.
Dema em nekin wê demê em ji halê xwe razî ne, em ji vê nîşana tirkîtiyê ne aciz in.

Min çend caran li ser vê mijarê nivîsî, lê asîmîlasyonê kurd kedî kirine, piraniya me kirine mankurt û hîştine.

Ne kesên nezan tenê, heta bi kesên zana, welatparêz jî ji paşnavên xwe "Turk, Ozturk, Hasturk, Pakturk, Turkkan, Bozkurt" û gelek paşnavên ji van jî xerabtir jî ne aciz in.

Sûcdarê vê mirîtiyê, vê hustuxwariyê jî siyaset e, siyasetmedar in, ew pêşengiyê nakin.

Dibê partiyên me berî nuha bi salan li dijî paşnavên tirkî tevgereke siyasî bidana destpêkirin.

Lê nekirin û ji xwe nayê bîra kesê tiştekî wiha bike jî.

Çimkî paşnavên gelek siyasetmedar û ronakbîran ”Turk û Ozturk û Bozkurt” e. Hûn dev ji milet berdin, ew bi xwe jî paşnavên xwe naguherînin.

Ji bo ku şopa kurdan li Kurdistanê nemîne tirkan navên coxrafîk, navên gund, bajar û çiyayayên me jî guhertin.

Bi darê zorê guhertina nav û paşnavên însanan, guhertina navên gund û bajarên wan jenosîd e.

Lê siyasetmedarên me hay ji vê yekê tune, viya ji milet ra nabêjin.

Meseleyeke din jî xutbeyên bi tirkî ye. Berê li Kurdistanê waaz û xutbeya roja îniyê bi kurdî bû, lê nuha bi tirkî ye. Em nikanin xutbeyên kurdî bi dewletê bidin qebûlkirin, lê em kanin neçin mizgeftan li xutbeyên tirkî guhdarî nekin.

Partiyên me, alim û rîsipiyên me kanin pêşengiya tevgereke wiha bikin. Lê nakin, kurd bêyî ku aciz bibin diçin li xutbeyên tirkî guhdarî dikin. Gelekên wan bi tirkî jî nizanin.

Partiyên kurd giş bi hev ra kanin li dijî paşnavên tirkî û xutbeya tirkî tevgereke siyasî bidin destpêkirin. Lê ew şiûra netewî bi wan ra tune.
Dibî meriv tim li ser van meselan binivîse û ji partiyan daxwaza tevgereke wiha bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE