27 september 2021

Gerek em ji dijminên xwe demokrattir bin

Yên ji teror û bêtehamuliya tirkan gazinan dikin, dibêjin rejîma Tirkiyê rejîmeke faşîst e, tirk nahêlin em bi azadî fikrê xwe bibêjin, meş û protestoyekê bikin, li Qamîşloyê bi ço û mişragan êrîşê hin kurdan kirine.

Yên nehêlin li Qamîşloyê kes hukûmetê protesto bike, dibê ji teror û çopên pûlisên tirk li serê wan dixin gazinan nekin.

Dibê li welatê me azadiya fikrên şaş jî hebe, heger hûnê rê nedin tu kesê, tu fikrê li dijî xwe, wê demê tu ferqa we û tirkan namîne.

Kesên em li dijî fikrê wan in, kesên em riya wan şaş dibînin jî dibê bikanin fikrên xwe bibêjin. Em fikrê wan, siyaseta wan ne ço û bi lêdanê, bi fikir mahkûm bikin.

Dibê meriv bûyerên wiha ne bi dijminatî, bi zimanekî maqûl rexne bike, ji êrîşên wiha ra li çepika nexe.

Ez li dijî şêl û siyaseta ENKSê me û min gelek caran jî rexne kiriye. Lê dibê azadîya hevalên ENKSê jî hebe meşekê, protestoyekê bikin. Gava wiha nebe tu ferqa me ji tirkan namîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE