27 september 2021

Serê zulûtî

Mêş bi çêlika xwe ra vine vina wê bû, li ser serîyekî zulûtê porweşiyayî digerîya. Ji çêlika xwe ra got:

-Hey gidî dinyayê, di ciwaniya min da vira daristaneke hewqasî gurr bû çava çav nedidît, min nikanîbû gava xwe bavêta. Lê nuha bûye berrîyek dûz, zîqek gîha, şitlek jî lê nemaye.

 

Tahjî

Mîr pere da xulamê xwe, got here ji min ra tajîyekî baş bikire.

Xulam çû kûçikekî gurxenêq yê wek hespekî kirî. Dema çavê mîr bi kûçik ket, pir qeherî, got:

-Law min ji te ra got tajîyekî baş bikire, te çû ye kûçik kirî ye. Ev çawa tahjî ye?

Xulêm got:

-Mîrê min, bira mehekê di maîyeta te da bimîne, qet meraq meke, ewê bibe wek tajîyekî...

 

Propagande

Keçika biçûk ji diya xwe pirsî:

-Dayê, ma propagande çi ye?

Diya wê got:

-Delala min, ez ji te ra bibêjim. Dema tu ji min kerasekî nuh ya jî çenteyekî nuh dixwazî û ez jî pesnê çente û karasên te yên kevn didim, a ji vê ra dibêjin propagande.

 

Qat

Pîrê bi gazin ji bijîşk ra got:

-Di ya yekê da ez dibetilim. Di ya duduya da êş dikeve sînga min. Di ya sisiya da gêj dibim, tu nae bixewirim. Ez çi bikim?

Tuxtor got:

-Çima tu di ya yekê da ranawestî?

Pîrê got:

-Mala min li qatê sisiya ye, dibê ez herim malê.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE