26 september 2021

Hêdî hêdî baş dibim


Îro ezê xebereke xweş û xêr bidim nas, dost û xwendevanên xwe. 
Ev hefteyeke ez nexweş im. Ji 23ê mehê û vir da ye min tiştek nenivîsîye û medya sosyal jî hema hema taqîb nakim. Nikanim taqîb bikim.

Çimkî çavê min ê rastê kul bû, werimî û bi carê da hat girtin û jan da.
Li enîya min, li ser çavê min ê rastê û li aliyê rastê yê serê min pizik derketin û xureke ecêb çêbû.

Lema ev çar roj in min nabên da nivîsên xwe û bloga xwe nuh nekir.  Lê halê min hêdî hêdî berbî başiyê ve diçe.
Ji şansê min ê xerab ra di 70 saliya xwe da min mîrkutok derxistin.
Û him jî li di ciyekî herî hesas û talûke da.

Ez hîn tam baş nebûme, ewê demeke din jî dom bike. Lê li gorî xanim tuxtor got talûke tune. Qaşikên mîrkutokê hêdî hêdî ewê hişk bibin.

Di vê nabênê da gelek dost û hevalan telefonî min kirin, li halê min pirsîn, ji min ra şîfa xêrê xwestin.

Gelek sipas ji bo nas, dost û hevalên telefonî min kirin, mesaj şandin, di blog û malperên min ên facebookê û twîtterê da li halê min pirsîn û xemgîniyên xwe nîşan dan. Mala gişan ava be.

Dibê ez çavê xwe zêde newestînim, lê ez bi xwe nikanim. Meriv carê bielime tiştekî terikandin zor e. Du rojên min bloga xwe nuh nekir bi min wek kêmasiyeke mezin xuya dikir. Lê di van salan da surprîzên jiyanê pir in.

Heger çavê min neêşe ezê ne zêde, lê hindik hindik dîsa vegerim ser dûzana xwe ya berê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE