23 september 2021

Agahîyek pêwîst ji dost û heval û xwendevanan ra

Ji roja pênşemiya borî da ye halê min ji ber çavê min ê rastê, eniya min û aliyê rastê yê serê min tune ye. Min ji nezanî xurand û bi min azirî.
Çavê min ê rastê hat girtin.

Min nexwest bibêjim, lema jî min halê xwe kir hal, bi çavekî her roj tiştek nivîsî. Min got qey ewê derbas bibe.
Lê derbas nebû, li min pir giran bû.

Roja duşemiyê(20/9) min hew tehamul kir û ez çûm ser tuxtor. Çavê min hatibû girtin û aliyê rastê yê serê min pir diêşiya û pizik jî lê çê bûbûn.

Tuxtor xwedêgiravî miayene kir, got te pizika eniya xwe xurandiye îltîhab çê bûye, hebek antîbîyotîk (Heracillin 1 g) da min.

Êşa çavê min, a eniya min û ya serê min zêde bû, kêm nebû.

Îro dîsa çûm ser tutor, hemşîrê çer lê nêrî got ” bältros" e. Bi îngilîzî jê ra dibêjin "shingles." Bi almanî jê ra dibêjin "Gürtelrose."
Bi kurdî jê ra dibêjin çi ez nizanim. Bi tirkî navê wê nexweşiya zona ye.
Ez dûra fêr bûm bi kurmancî jê ra dibêjin MîRKUTOK !

Xanima tuxtor jî eynî tişt got û ez tavilê şandim ser tuxtorê çava yê pisporê vê nexweşiyê.

Yanî teşhîşa roja duşemiyê şaş bû û heba şaş dabûn min.

Tuxtora çava got ji ber ku tu dereng şandine nexweşî li te giran bûye, nîvê eniya min û aliyê rastê yê serê min giş bûye pizik û pir dixure. Çavê min ê rastê nîvgirtî ye.

Ji min ra got dibê tu qet destê xwe nedê û nexurîne. Xurandin vîrusê belav dike.

Lê ez bêhemdî duxrînim, çimkî tebatî nayê min, him diêşe û him jî pir dixure.

Tuxtora çava piştî miayenê hebeke bi anvê ”VALTREX 500 mg” da min.Ezê rojê 6 heban bixum. Got kane hefteyekê, çend hefteyan ya jî çend mehan bajo.

Heta nuha min zor da xwe bloga xwe her roj update kir, nabên neda twîttên xwe.

Lê ji nuha û pê da ez nizanim rewşa min ewê çawa be. Heger xerabtir nebe ezê nivîsên xwe bidomînim, lê ku xerabtir bû, ji mecbûrî ezê demekê nabênê bidimê.

Hinekên çavpîs, rûqebîh ez nezerî kirim. Ez sipîsaxlem bûm, lê ji nişkave ev bela ji min ra çêbû, neyar û xêrnexwazên min pir in, qey hinekan ez çavînokî kirim.

Bira ev jî mîzaha nexweşiya min be.
Nuha tiştê ez binivîsim ev e. Hêvî dikim li min giran nebe û ez zû ji vê belayê xelas bibim.

Lînka vê nexweşiyê bi swêdî:
Meriv kane bi translate Googlê wergerîne zimanên din.

12 kommentarer:

  1. Xwedê şifa xêrê bi te de mamoste.

    SvaraRadera
  2. mamoste cardin biçe nexwaşxanê dibe ku cara duyemîn jî teşhîşa şaş li te dabin

    SvaraRadera
  3. Selametî be. Bi hêvî me ku ev nexweşî dirêj neke û zû derbas be û tu her berhemdar û çalak bimînî.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Mala te ava. Ez tedawîya xwe didomînim. Berbî başiyê diçim. Lê hîn jê xelas nebûme.

      Radera
  4. Silametî be mamosta can. Hêvî dikim tu zû baş û sax bibî.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Mala te ava Bedel. Li gorî du roj berê baştir e, dibê van heban deh rojan bixum. Hêdî hêdî baş dibe. 29ê mehê ezê herim ser tuxtor. Hêvî dikim baş bibim.

      Radera
  5. Bi silametî bî, xwedê şîfa xêrê bide apo, hay ji xwe hebe.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Gelek sipas Wahded xanim. Wele çaxa meriv kal dibe nexweşî zorê li meriv dike. Lê ewê derbas be.

      Radera
  6. Svar
    1. Gelek sipas Seyda. Li qusûra min nenêre min dereng dît. Ev çend roj in ez ne aktîf im. Çavê min ê rastê problem e. Lê berbî başiyê diçe.

      Radera

PARVE BIKE