Li gorî medyaya Tirkiyê nivîsîye, xwedêgiravî li Stenbolê û Edeneyê pûlis hin kes bi tometa DAIŞê girtine.
Medyaya tirk dem dem xeberên wiha belav dikin. Ez dibêjim vana xeberên derewîn
in, ji bo xapandina Yekîtiya Ewrûpayê ye, li ser daxwaza MITê belav dikin.
Medyaya Tirkiyê kûreya derewa ye, ji derwên wê bawer nekin...
Heger meriv ji medyaya Tirkiyê bawer bike heta nuha bi hezaran endamên Daîşê girtine. Lê nabêjin vana kî ne, çend kes in, ji ku ne, çi sûc kirine û çi ceza dana wan?
Her cara Erdogan ji Yekîtiya Ewrûpayê hinek perê din dixwaze, pûlisên tirk dest bi girtina endamên Daîşê dike. Lê tu carî navên wan û cezayên dane wan navêjin, lê hema digrin û digrin.
Tirkiye kesî ji ber endametî û hevaltiya Daîşê nagire, ev ne mimkûn e, Daîş girêdayî artêşa Tirkiyê ye û li Sûriyê, li Lîbyayê di bin emrê artêşa Tirkiyê da ye. Heger hin kesan digrin ne Daîş e, ji ber hin meselên din in.
XXX
Ev demeke ji ber mesela Qirimê nabêna Erdogan û Pûtîn ne baş
xuya dike.
Erdogan û berdevkê wî li ser Qirimê beyanên rûsan aciz bikin
dan, gotin ew hilbijartinên Qirimê nas nakin.
Ez dibêjim Erdogan viya bi zanetî dike, ji bo ku ji himêza
Pûtîn derkeve, vê carê jî here di himêza Bîden da rûne.
Çimkî tirk êdî xwe motajî Rûsyayê his nakin. Erdogan bi
kirîna S-400î Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî ji Rûsan girt, yanî girêka xwe bi
paş xist. Êdî hewcedarîya wî bi rûsan nema.
Ew wiha difikirin. Dibêjin rûs êdî
nikane tiştekî bi me bikin. Efrîn û Serê Kaniyê û Girê Sipî êdî yên me ne.
Ji bo wê jî Erdobgan dixwaze dev ji S-400î berde, Fuzeyên
Patrîot ji Amerîkayê bikire. Îcar bi Amerîkayê ra li dijî kurdan hin dolaban
bigerîne. Ev jî belaş nabe, dibê Amerîkayê jî bi kirîna Patrîotan bertîl bike.
Yanî ji bo ku Pûtîn biqeherîne û nabêna xwe bi Rûsyayê ra xera bike van beyanên Oûtîn aciz dikin didin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar