22 september 2021

Erdogan ji YE hinek xûga din dixwaze !

Serokê Tirkiyê Erdogan di axaftina xwe ya civîna Neteweyên Yekbûyî da li ser koçberên li Tirkiyê ji Yekîtiya Ewrûpayê ra gotiye, "êdî ne hêza me maye, ne jî tehamula me..."

Yanî heger hûn di demek nêz da çend milyar Euroyê din nexin bêrîka min, ezê dîsa derî vekim û bi sedhezaran bişînim ser we.

Bizina kol elimîye daniyan. Ew jî tahmijî ye xûgî yê.

Mêrik ji Yekîtiya Ewrûpayê ra dibêje heger hûn hinek perê din nedin min tiştê min di 2015a da anî serê we, ezê careke din dubare bikim.

Ji ber ku Erdogan fêm kiriye serokên Yekîtiya Ewrîûpayê merivên bêzirav in, merivên bêxîret in, ji Erdogan ditirsin. Ew ji wan çi bixwaze ewê bidin wî.

Çimkî heta nuha bi van gefan her sal bi milyaran Euro ji wan xûg girtiye.

Lê nuha dîsa muflis bûye, jê ra pere lazim e, lema dixwaze meblaxê xûga distîne zêde bike, dibêje peymana 2015a êdî derbas nabe, em peymaneke nuh çêkin.

Kes ji vî rêbirrî ra, ji vî cêbkêsanî ra, ji vî zorbayî ra nabêje law ji bo çi tu sînorên xwe naparîzî?
Ji bo çi tu ji Bengalîstanê, ji Pakîstanê, ji Afganaîstanê ji Afrîkayê rojê hezar, duhezar însanî tînî Tirkiyê?

Ji dêlî ku vê pirsê ji vî zorbayê rêbirr bikin, tim xûgiyê didinê, tim wî aş dikin, tim destê xwe di serî didin.

Yekîtiya Ewrûpayê çiqasî bide jî Erdogan têr nabe, çavê wî bar nabe, piştî demekê ewê hinekî din bixwaze. Ewê tim YE bidoşe. Ev 6 sal in bi qamyonan Euro dan Tirkiyê, çi hel kirin, kanîbûn rê li ber koçberan bigrin?

Na, çimkî Tirkiye tîcareta vî îşî dike, ew her roj bi hezaran tînin Tirkiyê û bi vê sîlehê xûgiyê ji Yekîtiya Ewrûpayê digrin.

Bi pera, bi rişwetê, bi zêdekirina meblaxê xûgiyê Yekîtiya Ewrûpayê ne mimkûn e Erdogan rawestîne, ew çiqasî bidinê ewê hinekî din bixwaze.

Çare, riya çareseriyê ne rişwet e, ne dana xûgiyê ye, dibê Yekîtiya Ewrûpayê zorê, ço nîşanî vî zorbayî bidin; hetanî YE viya neke Erdogan dev ji wan bernade, ewê Yekîtiya Ewrûpayê tim bidoşe. Erdogan Yekîtiya Ewrûpayê wek bankomatê dibîne, kînga jê ra pere lazim be hinek pere jê
digre.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE