21 september 2021

Heger edresa çareseriyê Îmralî ye HDP çi bo çi heye?

Berdevk û parlamenterên HDPê ji CHPê ra gotine heger hûn dixwazin mesla kurd çareser bikin muxabê vê meselê Abdula Oclalan e, herin bi wî ra rûnin.

Wê demê hebûna HDPê bêmane ye, ew ne partiyeke siyasî ye, partiyeke derewîn e. Tu qîmet û maneya hebûna wê tune.

Lê bi milyonan kurd hîn jî rayên xwe didin vê partiya bêîrade, vê partiya ku nikane mesela kurd bi tirkan ra minaqaşe bike, dibêje ev selahîyeta min tune. 
Heger gotin û fikreke HDPê ji bo çareserkirina mesela kurdî tune ye wê demê kurd çima rayên xwe didinê, ji bo çi HDP şandine meclîsê?

Gava ez viya dibêjim ne ku ez siyaseta HDPê diparêzim û destegê didimê.
Ez li dijî HDPê û siyaseta wê me. Qesta min nêta dijymin e, yanî dema ji partiyeke wek HDPê, partiya Tirkiyê ra bibêjin terorîst, di rastiyê da ji hemû partiyên din ra jî eynî tiştî dibêjin. Lê mesele dor e.

XXX

Her tiştê Erdogan û Bahçelî ji bo HDPê dibêjin, di asasê xwe da ji kurdan ra dibêjin, yanî keça min ez ji te ra dibêjim, lê bûkê tiştê min gotiye ji te ra ye. Gerek em vê retorîka wan fêm bikin

Kesê ji HDPê ra bibêje terorîst, ewê sed qatî ji her partiya kurdî ra bibêje.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE