Payiz e, dema tirî û hejîra ye. Ez zanim li Kurdistanê kes
hejîra bi heba nakire, ya bi satilan ya jî bi kîloyan dikire.
Li Swêd ev xêr û bêr tune ye, meriv nikane hejîra bi satilan bikire.
Em hejîrên
xwe bi heba dikirin. Hejîrek bi dolarekî ye. Gelekê caran hejîr jî ne tu hejîr
in, kerrik in.
Lê îro ne wisa bû, ez rastî hejîrên pir baş, wek lepan û wek gezo şîrîn hatim.
Ji zûda ye min li ser dikanan û li ser mêwefiroşê me yê derve çavê xwe li hejîra digerand, lê tune bû.
Axirê îro bi ber çavê min ket. Ez bûm wek erebê çav li penêrê ter keve. Min kêf kir û şeş heb kirîn.
Lê Xwedê heye, hejîr jî hejîr in ha, her yek tu dibê gome ye. Îsal ev cara pêşî ye ez hejîrên hewqasî mezin û baş dikirim.
Minê zêde bikiriya lê yên baş nemabûn. Belkî sibe çend kaseyên nuh bînin.
Ez ji hejîran û ji hinaran pir hez dikim. Qaşkirina hinaran hinekî zahmet e, lê xwarina hejîran rehet e, hema meriv davêje ji devê xwe da û di devê meriv da dihele. Meriv bêdiran be jî ne problem e, kane bixwe.
Ji ber ku li welatê me mehrûmîyet e, lema ez hejîrên xwe ne bi carê da, bi divdîr dixum. Min nuha yek xwar, êvarî jî ezê yekê bixum.
Bêguman para xanim jî heye. Yanî ez û xanimê heta sibe jî emê pê îdare bikin.
Dost û hevalên li Kurdistanê elimî ne satilan deynin ber xwe, lema ewê bi vê çiqûsî û tivdîra min bikenin. Tunebûn, mahrûmîyet wiha ye heyran, meriv mecbûrî planê û tivdîrê dike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar