20 september 2021

Li ser avabûna weşanxana AVESTAyê bîranînek min

Di arşîva xwe da ez rastî çend defterên xwe yên kevn hatim; hin salan min rojane not girtiye. Ez bawer dikim berê jî min carekê qala van defterên rojaneyên xwe kiribû.

Di sala 1996a da ji 5ê meha 1ê, heta 5ê meha 10a min ne her roj, lê hin rojan notên rojane girtiye. Hinên ji wan ji bo min notên balkêş in. Ew bûyer min ji bin da ji bîr kirine, lê bi xêra vê defterê hafizeya min xwe nuh dike.

Di rojên pêş da carnan ezê hinekên wan biweşînim.
Notek jî li ser Weşanxaneya Avestayê heye.

Rojnameya Ozgur Politika roja 9/1-96a da li ser avabûna Weşanxaneya Avestayê xeberek nivîsîye. Min xeber xwendiye û di deftera xwe da ev rêzên jêr nivîsîye:

”Min îro di rojnameya Ozgur Polîtîkayê da xwend. Li Stenbolê weşanxaneyeke bi navê AVESTA hatiye vekirin. Berpirsiyarê wê Abdullah Keskîn e. Li gorî xebera rojnameyê, ev weşanxane ewê bes kitêbên bi kurdî biweşîne. Weşanxanê 4 kitêb jî derxistine.

Abdullah Keskîn pir bi îdîa peyivîye û gelek tiştên baş gotiye. Ez hêvî dikim ewê kanibe vê xebata xwe bibe serî.

Ji kurdan ra teşebusên wiha lazim in. Dibê bîrewerên kurd hewil bidin zewq û înteresa milet ji ser tirkî dagerînin ser kurdî.
Dibê di vî warî da israr bikin. Çimkî heta bi kurdî neyê nivîsîn kes nikane fêr jî bibe.
Esas dezgehên(mueseseyên)wiha dibê berî komele û partiyan bihatana avakirin.”

Ez nizanim Abudulah Keskîn di wê hevpeyvînê da çi gotiye, tiştên gotiye çiqasê wan bi cî aniye. Lê camêr îstîkrarek baş nîşan da û gelek kitêbên baş û muhîm çap kirin. Ji bo wî ev jî serketineke baş e.

Di 25 saliya Avestayê da bira ev bîranîna min jî jê ra diyarîyeke biçûk be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE