20 september 2021

Çerxa aborîya Tirkiyê bi perê Yekîtiya Ewrûpayê digere

Aborîya Tirkiyê bi xûgiya ji Yekîtiya Ewrûpayê tê girtin li ser niga ye, ne perê Yekîtiya Ewrûpayê be Tirkiye ewê here îflasê.
Tirk dibêjin 4,5 milyon erebên Sûriyê û nizanim çend milyon koçberên din li Tirkiyê ne.

Reqema tirk dibêjin ji kok da vir e, hewqas erebên Sûriyê nehatine Tirkiyê.

Tirk ji bo ku ji Yekîtiya Ewrûpayê û ji Neteweyên Yekbûyî çend milyar dolaran zêde biçirpînin jimarê herî kêm du qat, sê qat zêde nîşan didin.


Yekîtiya Ewrûpayê ji bo koçberan salê 2 milyar Euro alîkarî dide Tirkiyê. Alîkariya Neteweyên Yekbûyî jî heye.
Tirkiye qurişekî jî nade erebên Sûriyê. Jixwe ereb di kampan da nemane, ya jî jimareke pir hindik di kampanda ne. Pirananiya  ereban bi cî bûne, gişt bûne xwedî kar. Yanî perê Tirkiye dide koçberan ji sedî ne deh e jî, ji sedî 90î pê çeteyên Daîşê xwedî dike, meaşê wan didin û pê şerê kurdan dikin.

Yanî Erdogan bi xûgiya ji Yekîtiya Ewrûpayê digre çeteyên xwe xwedî dike, pê aborîya xwe li ser niga dihêle.

Heger Yekîtiuya Ewrûpayê bi milyaran xûga didin Erdogan ji ser qut bike Tirkiye ewê here îflasê.

Rejîma Erdogan bi perê ji Yekîtiya Ewrûpayê û ji Neteweyên Yekbûyî digre li ser niga ye, roja ev kanî zuha bibe li Tirkiyê ewê kaos çê bibe.
Ji bo wê Erdogan tim Yekîtiya Ewrûpayê bi şandina koçberan tehdît dike, ji bo ku hin perê din jê bigre. Û digre jî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE