19 september 2021

Xortê ecemî

Xort li çarşiyê li dora saetekê bû dabû dû du keçikan.
Keçik bi ku da diçûn, diketin kîjan dikanê ew li dû wan bû.
Dawiya dawî keçikekê xwe ranegirt, vegerîya ser xort û bi hêrs jê ra got:

-Kuro kêmaqil, nuha baş guh bide min, ya ji dû me biteqize, ya jî here hevalekî xwe bîne.

 

Rastî

Mêrik û lawê xwe yê biçûk bi hev ra li ba fotokêş rismê xwe digirtin. Fotokêş ji lîwik ra got:

-Destê xwe bavêje ser milê bavê xwe.

Bav kenîya, got:

-Na, na bira wer neke. Heger tu dixwazî mîna rastiyê be, bira destê xwe têxe bêrîka min.

 

Peyva rast

-Hakim ji yê girtî pirsî, got:

-Tu dibêjî ev deh sal in te tu sûc nekiriye. Tu ji van gotinên xwe baş emîn î?

Mêrik hustuyê xwe xwar kir, got:

-Bawer bike ez rast dibêjim hakim beg, çimkî ez wer di hefsê da bûm.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE