Karê em kanin bikin em nakin, em xwe li karê mezin radikşînin, wiya jî nikanin bikin.
Tirkan bi asîmîlasyonê em kedî kirine, mêrikan çi dikin, çi qedexe dikin em
dengê xwe nakin, qebûl dikin.
Li mizgeftan(camîyan)waz û xutbeyên bi kurdî qedexe kirin me dengê xwe nekir, rojên
îniyan em diçin li xutbeyên tirkî guhdarî dikin.
Em ne mecbûr in herin li xutbeyên tirkî guhdarî bikin, em kanin neçin.
Berê heta salên 1960î jî li mizgeftên Kurdistanê xutbeyên roja îniyê bi kurmancî dihat xwendin.
Heger ne li her bajarî ba jî li gelek bajaran xutbeya roja îniyê bi kurmancî bû.
Li Wêranşarê heta dawiya 1960î, belkî jî heta înqîlaba (darbeya)1971ê jî muftî xutbeya roja îniyê bi kurmancî dixwend. Ev yek baş tê bîra min.
Lê dûra qedexe kirin. Kurd tu carî bi rengekî cidî li hemberî vê qedexeyê ranebûn.
Bêguman tirk bi gotinê, bi gazinan xutbeyên îniyê, weizan nakin kurdî, dibê meriv protestoyeke radîkal bike.
Mesela meriv kane roja îniyê neçe nimêja îniyê. Li meleyên bi tirkî weizê dide, xutbê dixwîne guhdarî neke.
Partiyên me giş kanin bi hev ra beyanekê belav bikin, ji milet ra bibêjin neçin li waz û xutbeyên bi tirkî guhdarî nekin.
Şêx, mele, alimên kurd dibê ew jî ji milet ra bibêjin neçin li xutbeyên bi tirkî guhdarî nekin.
Destpêkê kurd hemû ewê guh nedin vê bangê, lê kêm be jî hinekê guh bidinê.
Dema di vê xetê da israr were kirin, bere bere ewê jimar zêde bibe.
Dibê partiyên kurd, heval û endamên wan pêşengiya vê tevgerê bikin, neçin li mizgeftan li xutbeyên bi tirkî guhdarî nekin, xutbeyên bi kurdî bixwazin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar