18 september 2021

Hêvî dikim kesê hatiye girtin qatilê rastîn be

Li Silêmaniyê pêr û do, du rojan li ser hev du hevalên PKKê hatin gulebarankirin. Yek giran birîndar bû û din jî hat kuştin.

Di 16ê mehê da kurdekî ji Rihayê bi navê Ferhad li ber dikana xwe hat gulebarankirin, ji mirinê xelas bû, lê bi giranî birîndar e.

Êrîşa din jî di 17ê mehê da li hemberî Yasîn Bulut hat kirin. Yasîn Bulut endamê Komîteya Malbatên Şehîdan yê PKKê bû. Yasîn Bulut xelas nebû, şehîd ket.

Li gorî medya nêzî PKKê dinivîse êrîş ji alî qatilên Tirkiyê ve hatine kirin.  
Hêzên ewlekariyê, Odeya Operasyonên Hevbeş a Silêmaniyê îro di beyanekê da dibêje wan ”tawanbarê sereke yê herdu êrîşan girtiye.”
Di xebera Rûdawê da rismê yekî heye, lê nav tuneye. Hûrgiliyên êrîşan jî di xeberê da nehatiye dayin.

Girtina sûcdaran gelkî baş e. Hêzên ewlekariyê pîroz dikim.
Dibê qatil û kesên wezîfe dane qatilan werin girtin. Hêvî dikim yê hatiye girtin tawanbarê rastîn e.

Dibê hêzên dagirker, neyarên kurdan û xayinên bûne hevalbendên wan nikanibin li Kurdistanê kurdan wiha rehet bikujin.

XXX

Camêrekî ji derdê ehmeqan gotiye:

"Ez merivên xerab tercîhî ehmeqan dikim. Çimkî qet nebe carnan dev ji xerabiyên xwe berdidin."

Gotineke di cî da ye, ehmeq bixwaze jî nikane dev ji ehmeqîya xwe berde.

Bala xwe bidin halê tirkan, serok û îdareya wan hûnê heq bidin vî camêrî.

 Civatek ne kêmaqil be, ne ehmeq be yekî wek Erdogan hewqas sal li ser serê xwe nahêle, hewqas selahîyet nade dîktator, mîtoman û kleptomanekî wek Erdogan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE