18 september 2021

Diya min çi karî bidê

Keçikê ji hevala xwe ra pir pesnê bavê xwe da, got:

-Bavê min mamoste ye. Gava ez mezin bûm ezê jî bibim mamoste. Le bavê te çi karî dike?

Hevala wê got:

-Karê bavê min di destê diya min da ye. Diya min çi karî bidê wî karî dike.

 

Ecibandin

Du dostên hev ên kevn ji zû da bû hevûdu nedbûn, li bajêr rastî hev hatin. Hevûdu himêz kirin, li halên hev pirsîn. Yekî got:

-Ma tu zewicî, nezewicî?

Hevalî wî got:

-Na wele hîn nezewicî me. Min kîjan keçik rê diya xwe da neeciband, tim qusûrek lê dît. Dawiya dawî, par havînî min yeka tam li gorî dilê wê dît. Pir dişibiya diya min. Lê dîsa nebû.

Hevalê wî got:

-Ji bo çi nebû?

-Vê carê jî bavê min qebûl nekir.

 

Ne layiq

Xortê xwendekar di îmtîhanê da bersîveke rast nedabû pirsan, bersîvên nivîsîbûn giş şaş bûn. Mamosta wî bala xwe da kaxeta wî û bi hêrs jê ra got:

-Li ber çavê te ez sifireka mezin didim te.

Xwendekar got:

-Mamoste, lê ez ne laiqî vê me...

Mamostê got:

-Tu rast dibêjî, tu ne layiqî vê ye jî, lê ez çi bikim jê kêmtir jî tune ye!

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE