17 september 2021

Ji me ra ne pesin alîkarî lazim e



Bi qasî xuya dike hukûmeta Îngilîstanê qedir û qîmeteke mezin dan serdana Nêçîrvan Barzanî, wek serokê dewleteke serbixwe pêşwazî lê kirin. Helbet ev tiştekî baş e, meriv pê kêfxweş dibe.

 Ne Îngilistan tenê, hema hema tevayîya welatên Ewrûpa Rojava ji bo kurdan tiştên baş dibêjin û qedir didin serdanên serokên Kurdistana Federe û kurdên Kurdistana Rojava.

Yanî Xwedê heye, bi devkî tu kêmasiyê û qusûrê tê nahêlin; pir xweş dikin. Bira bikin, mala wan av be.

Lê ya muhîm praktîk e, di praktîkê da li hemberî Tirkiyê û Îraqê tu gaveke muhîm, cidî navêtine.

Di referandûmê da destek nedan kurdan.

Li dagirkirina Kerkûkê, Efrînê û Serê Kaniyê temaşe kirin.
Yek jî nabêje wele serxwebûn mafê kurda ye jî.

Tirkiye her roj kurdan terorîze dike, gund û bajarên kurdan bombebaran dike, avê ji ser kurdan  dibirre,

Yekîtiya Ewrûpayê, Îngilîstan bêyî gotinên vala tiştekî nakin, cezayekî nadin Tirkiyê.

Li başûr destegê nadin serxwebûna kurdan. Bi kêmanî hetanî nuha nedane.

Hêvî dikim ji nuha û pê da vê şêla xwe biguherînin û êdî li başûr destegê bidin serxwebûna kurdan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE