Mêrik pir xemgîn bû, yekî pir bi kul û derd bû, ji însanan, ji civatê bêzar bûbû. Hew kanîbû tehamulî însanên xerab bike, bi wan ra bijî.
Rojekê da rê, ji bajêr dûr ket, çû li dereka sakîn, li kêlek avekê rûnişt û ket xem û xeyalan, ji xwe ra kûr û dûr fikirî.
Bawerîya wî ew bû li dera civat xerab be însan jî xerab û nerind dibin. Di civateke xerab da însan baş namînin, ew jî bêexlaq dibin.Ew ji xwe ra hîn wiha difikirî, di avzêmê da kulîlka nîluferê(çîçeka lotusê) hat zimên, got:
-Nuha guh bide min. Ez jî di avzêmê da mezin dibim. Bîna pîs
ji avzêmê tê, lê bîna min pir xweş e.
Avzêm ne xweşik e, kirêt e. Lê delalî û xweşikîya min li ber çavê her kesî ye;
her kes xweşikiya min qebûl dike, ji bîna min hez dike.
Derûdora te çi be jî, çiqasî xerab be jî esaleta te muhîm e. Dibê qerekterê te
hewqasî saxlem û xurt be ji bo ku bikanibe xerabîyan biguherîne, bike çêyî, bike
rindî.
Sûcdarkirina xerabîyan, nerindîyan û hevaltîya wan rehet e. Her kes kane bike.
Marîfet ew e tu nebî hevalê wan, wan biguherînî başiyan, rindiyan.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar