16 september 2021

Hin însan qet li ber xwe nakevin

 


Serokê beledîya qeza Şalpazariya Trabzonê ji ber logoya Kurdistanê, şewqeyên Hevpeymanîya Kurdistanê giş ji fabrîqê top kirine û şewitandine.

Bi bawerîya min mêrik pir baş kiriye. Yên ev sîpariş daye tirkan ev heqaret sedcarî heq kirine.
Tirk mêr in, dijminatiya xwe vanaşêrin. Tirkan heta nuha bi sedan car tiştên wiha kirine.

Lê hin kurd di bêxîretiyê da debax bûne, tirk çi heqaretê li wan bikin jî qet ne xema wan e. Ne şerm dikin, ne jî ar dikin.

Kesên ev sîpariş dane tirkan bêar in, bêşexsîyet in, şerm nakin. Li ber xwe nakevin.

Tirkan tiştê tam layiqî wan kirine. Lê yên me li ber xwe nakevin. 

Heger meriv pir ne bêşexsîyet be materyalên reqlama xwe nade tirkan û lazan.

Ez jahrê şewqe kim. Ma welat nema hûn didin tirkan? Heger hûn nikanin şewqakî çêkin xwelî li serê we be. Ev 30 sal e û dewlet in, lê hûn hîn nikanin şewqeyekî çê çêkin. 
Baş e çima hûn sîparişa xwe nadin kurdan, didin tirkan? Diyar e mesela we ne kar e, şelafîya tirka ye, hûn heyranên tirkan in, lema we reqlama xwe daye tirkekî trabzonî.

Kurdên me ji heqaretên wiha hez dikin, dixwazin tirk wan pîs bikin, heqaretê li wan bikin. Lema şewqe sîparişî tirkan kirine.

 

XXX

Pûlisên tirk 8 kurdên Kurdistana Rojhilat êsîr girtine û teslîmî çeteyên xwe yên Sûriyê kirine. Zalimîyek, namerdîyek ji viya mezintir nabe. Kezeba min peritî.

Bi milyonan koçber hatine Tirkiyê. Tirkan li tu kesî zalimîyeke wiha nekirine.

Tirk neyarên qewmê kurd in, ji ber ku in dane celadên xwe. Ya kuştine ya jî ji bo xûgiyê bigrin wiha dikin.

Her tişt di bin kontrola pûlis û MITa tirk da dibe, ew tîcareta vî îşî dikin.

Dibê hukûmeta Kurdistanê, komeleyên mafên mirovî, kesên gotina wan pere dikin van kurdan ji Tirkiyê bistînin. Tiştê Tirkiyê kiriye sûcekî mezin e. Dewleteke wiha nake, ev karê kesên çete ne.

 

XXX

Xutbeya Dîyaneta Tirkiyê ya îniyê sibe li ser buhayiyê ye. Di hemû mizgeftên Tirkiyê da sibe di xutbê da ji bo ku tişt buha nebin ewê dua were kirin.

Rejîmeke wiha prîmîtîv tam layiqî tirka ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE