Gur qare-wara wî bû, digot diz ketiye mala min, mala min rût
kiriye, şika min ji rûvî ye.Rûvîyek cîranê gur bû. Navê rûvî dizek û nerind
belav bûbû. Gur digot:
-Hebe tune be dizê min rûvî ye.
Rûvî jî sond dixwar, digot ez neketime mala gur. Min diziya gur nekiriye.
Ji bo ku heq û neh ji bigerînin mahkime hat danîn. Meymûn bû qazî. Gur û rûvî derketin huzûra meyymûnê. Gur got:-Rûvî ketiye mala min, çi xwarin di mala min da hebû giş diziye.
Rûvî got:
-Gur bêbextiyê li min dike, ez neketime mala wî, min tiştekî wî nediziye.
Gur bênabên dikir qîjewîj, digot hutul-batil dizê min rûvîye, dibê ez wî ceza bikim. Dengê rûvî û gur, meymûn ji guha kiribû.
Meymûn pir aciz bû, dikir, nedikir nikanîbû dengê gur û rûvî bibire. Dawiya dawî meymûnê bi hêrs dengê wan birî û biryara xwe diyar kir:
-Ez ji berê û ber da zanim hûn herdu çi mal in. Diz neketiye mala gur û tu tiştekî gur nehatiye dizîn. Gur bêbextiyê li rûvî dike. Diz neketiye mala gur.
Erê rast e karê rûvî dizî ye, lê vê carê diziya gur nekiriye. Lema jî gur neheq e, rûvî bi heq e, rûvî azad e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar