Mêrik di bin siyas darekê da rûniştibû, kitêbeke felsefê dixwend. Gelek pirsan serê wî meşxûl kiribûn. Kitêb girt û bala xwe da darê, di dilê xwe da got:
-Xwezî ez dar bûma, ezê ji xwe ra bê xem û xeyal, bê fikar bijîya ma.
Dar ji nişka ve hat zimên, jê ra got:
-Belkî ez nafikirim, lê ez kanim gelek dersan bidim însanan.
Mêrik bi heyecan got:
-Ez dixwazim li te guhdarî bikim.
Darê dest bi axaftinê kir.
-Wê kitêba felsefê ji destê xwe bavêje. Nuha li min binêre û baş guh bide min. Ezê deh dersên jiyanê bidim te.
Mêrik bi heyecan got:
-Temam, dest pê bike.
Darê got, wê demê guhdarî bike û dest bi rêzkirina dersên jiyanê kir:
1- Dar gava terr e xwar dibe ya jî rast dibe. Her tişt wexteke xwe heye. Jiyan merheleyeke fêrbûnê ye, lê belê wext jî muhîm e. Tu jî zanî “meriv nikane lîstikên nuh fêrî kûçikê pîr bike”, “rê nîşanî gurê pîr bide.”
2-Dara ketî yên bivir lêxin pir dibin. Lema jî di jiyanê da dibê meriv miqate be nekeve. Dema tu xurt î yên xwe davêjin ji ber sîya te da, dema tu bikevî ewê rahîjin bivirê(baltê) xwe bibezin te.
3-Doxa bivirê me dibire, dixwaze me nehêle ji me ye. Her tim ji dijminê der netirsin. Dijminê hundur hîn talûketir e. Li kesên xwe wek dostê we nîşan didin, lê kanin xayintiyê bi we ra bikin miqate bin. Herî bêtir kevirê sipî dişibe birinca dirên dişkîne.
4-Tiştê însên bipêş dixîne, mikemel dike zor û zahmetî ne. Merivên mezin ji ber
ku li hemberî zoriyên mezin têk naçin, ji heq wan dertên dibin merivên mezin.
Dewletên mezin ji badîreyên mezin derbas dibin û dibin dewletên mezin. Kahlos(bafirok)
ji bo ku dixwaze astengîya bê derbas bike bi hewa dikeve. Dibê hûn astengîyan wek
fersendan bizanibin.
5-Rehên(rîşên) darekê çiqasî di kûr da be hewqasî bilind dibe. Darên rehên wan
zeîf bin nikanin mezinahiyê ragirin. Ji ber wê jî dibê hûn li koka xwe xwedî
derkevin. Ma dara rehên xwe ji bîr bike, ya jî tune hesab bike kane li hewa
bimîne?
Darek hêza xwe hemûyî ji rehên xwe digire. Yê we jî heger tarîxa we tunebe
pêşeroja we ewê çawa hebe?
Heger hûn tarîxa xwe tune hesab bikin, ya jî ji bîr bikin hûnê pêşeroja xwe
çawa ava bikin?
6-Dar bi pelên xwe gur û geş dibe. Însanek jî bi malbata xwe, bi derûdora xwe
ya sosyal ra xweş dibe, bi wan ra temam dibe. Bi wan ra hebûna xwe dide
hiskirin. Ji ber wê jî têkiliyên we yên sosyal muhîm in.
7- Tu dar ji xwe ra nabêje gelo ewê bihar were, gelo çîçekên
vekin? Reh, qurm, şax û gulî karê xwe bi bêdengî û bi sebir dikin. Heger hûn jî
li bende hatina biharê ne, dibê hûn wezîfa xwe bêyî şemate, bêdeng, bi rengekî
tam û bi sebir bikin.
8- Dara bi fêkî keviran davêjin jê da. Kesên ji merivên jêhatî,
serketî dibixudin(didexisin) pir dibin. Merivên bêkêr, bêxusûsîyet, rebenok ji
kesî ra nabin xem. Lema jî heger merivên serketî li hemberî êrîşan miqawemetê
nîşan nedin, nikanin serketinên xwe bidomînin.
9-Her dar li ser axa xwe mezin dibe. Dar ancax li ser axa li
gor wê ye, axa misaid e gur dibe. Qabîlîyetên însên jî wisa ne, wek bizrê darê
ye. Dema zemînekî maqûl bibîne bi pêş dikeve, ya na dirize dihere.
10-Ji dergûşê heta gorrê hûn motajî dara ne. Dema hûn zarok
in di dergûşê da, dema hûn dimrin di tabûtê da hûn bi me ra ne. Tim bi çavê em
êzing in li me nenêrin. Hinekî jî bi çavê ibretê li me binêrin. Ez gotina xwe
wiha biqedînim. Bira ji guhê însên ra bibe guhar. ”Her tişt bi hezkirina ji
darekê dest pê dike.” Ji nuha û şûn da dema hûn ji ber darekê derbas dibin
bisekinin û li sitrana me guhdarî bikin.
Mêrik dîsa li darê mêze kir, got:
-Esas ev dar ne êzing e, yê êzing ez bûme…
Wergera ji tirkî: Zinarê Xamo
(Ji kitêba sohbeta bi nebatan ra)
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar