15 september 2021

Dîn û bawerî gerek ne tiredînîtî be !


Gerek tu bawerî, tu dîn, tu îdeolojî însanan nexe vî halî, hewqasä ji însanîyetî dûr nexe.

Îdeolojîya, bawrîya, dînê însanan bi vî rengî ji aqil, ji însanîyetê, ji medenîyetê dûr xe, şexsîtetê bi însên ra nehêle, bike qûqla dibê meriv wî dînî, wê baweriyê red bike.

Dînekî wiha, bawerîyeke wiha ne însanî ye, zirdînîtî ye. Merivê aqil, ûjdan, însanîyet pê ra hebe ne însanan dixe vî halî, ne jî dibe hevalê bawerî û terîqeteke wiha...

Li ser risim dibêje zanîngeha Kabûlê ye. Yanî Talîban heger destûrê bidin xwendina jinan, jin ewê bi vî hawî, di nav vî kerikonê reş da herin zanîngehê. Xwedê aqilekî bide misilmanên wiha. 

Gelek caran dibêjin ev ne îslam e. Heger îslam ne ev e berî her kesî dibê welatên misilman, hêsên îslamî li dijî vê sosiretê rabin, vê dînitiyê wek ûertê îslamê qebûl nekin.

 

XXX

Wek şexs tu kanî zengîn bî, xwedî qesir û qonax bî. Lê heger welatekî te yê serbixwe tune be, tu ewladê miletekî bindest bî tu qîmeteke zengîniya te tune ye.

Wek ferdê miletekî bindest her tiştê te yê hêzên dagirker e, tu ne xwediyê mala xwe ye jî. Dilê hêza dagirker kînga bixwaze kane te bi çolan xe, te rût û repal bihêle.

Di tarîxa me da bi sedan numûneyên wiha hene. Bi hezaran malmezin dewlemend, beg, mîr, paşa ji ber ku ne xwediyên welatekî serbixwe bûn, bûn mahcir û bi çol û çepelan ketin, li xerîbîstanê perîşan bûn, bi parsê ketin.

Dibê em ji serpêhatîyên pêşiyên xwe, ji tarîxa xwe desr û ibretê bigrin.

 XXX

Sed sal berê kesên bûn destik û hevalên dijmin, îro navê gişan xayin e. Yên îro jî hevaltiya dagirkeran dikin, bûne peyayên dijmin ew jî xayin in. Tarîx ewê wan jî wek xayin binivîse.

Li dinyayê bêşerefiya herî mezin hevaltiya bi dijmin ra ye.

 XXX

-Însan her tim nikane bi qehreman be. Lê kane her tim bi însan be.

///Benjamin Franklin

Xwezî bi dilê wî kesê, wê kesa ku tu carî ji însanetiyê dernakeve.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE