14 september 2021

Ne layiq

Xortê xwendekar di îmtîhanê da bersîveke rast nedabû pirsan, bersîvên nivîsîbûn giş şaş bûn. Mamosta wî bala xwe da kaxeta wî û bi hêrs jê ra got:

-Li ber çavê te ez sifireka mezin didim te.

Xwendekar got:

-Mamoste, lê ez ne laiqî vê me...

Mamostê got:

-Tu rast dibêjî, tu ne layiqî vê ye jî, lê ez çi bikim jê kêmtir jî tune ye!

 

Bêyomî

Mêrik di komayê da bû. Çavên xwe li dora xwe gerand, xanima wî bi ber çavê wî ket. Berê xwe pê da kir û bi kelogirî, bi dengekî hêdîka jê ra got:

-Cara pêşî dema ez ji kar hatim avêtin tu li ba min bû. Roja min îflas kir tu li wir bû. Roja wî bênamûsî ez birîndar kirim, li nexweşxanê tu li ber serê min bû. Piştî qeza trafîqê, dema min çavê xwe vekir, dîsa tu li ber serê min bû…

Ji kêfa pişika jinikê nepixî, bi ruyekî xemgîn serê xwe hejand…

Mêrik gotina xwe domand, got:

-Nuha jî ez di komayê da me, dîsa tu li ber serê min î. Di dawiyê da min fêm kir, lê pir dereng bû, keçê tu çi jineke bêyom î !

Bêyom: bêoxir, qebîh.


Roja qiyametê

Mamoste di dersa dîn da qala roja qiyametê dikir. Piştî axaftina xwe qedand, ji xwendekaran pirsî:

-Tiştekî hûn bipirsin heye?

Xwendekarekî got:

-Mamoste, gelo roja qiyametê dibistan ewê têkevin tahtîlê ya na?

 

Pihîn

Sokrates bi hevalekî ra li çarşiyê digerîya. Yekî xwenezan, zirzop ji pa ra pihînek lêxist. Sokrates guh nedayê, meşa xwe dewam kir. Hevalê wî matmayî ma, got:

-Mamoste, yek pihînê davêje ji te da lê tu qet guh nadê û riya xwe didomînî…

Sokrates got:

-Ji ber ku kerekî zîtikek li min xist ez çi bikim, ma ez ker bidim mahkimê?

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE