14 september 2021

Testa dînîtiyê

Rojekê li tîmarxanê(nexweşxaneya dînan)dînek çû ba tuxtorê xwe, jê ra got:

-Tuxtor beg, êdî ez baş bûme, ez dixwazim hûn min berdin.

Tuxtor bi dîqet lê gudarî kir, got:

-Ezê pirsekê ji te bikim, heger tu rast bizane ezê te berdim.

Yê dîn got:

-Baş e, pirsa te çi ye bipirse.

Tuxtor got:

-Heger tu derkevî ser xanîyekî deh qatî û ez jî li jêr qedehek av bidim destê xwe û ji te ra bibêjim xwe holke jêr. Tu yê xwe holkî ya na?

Yê dîn got:

-Çima ezê xwe holkim, ma qey ez dîn im ?

Tuxtor di dilê xwe da got, wele mêrik rast baş bûye. Lê dîsa jî pirsî, got:

-Çima tu yê xwe hol nekî?

Yê dîn got:

-Ya tu qedehê paş da bikşînî…

 

Foto

Jinik bi xezeb ket hundur dikana fotokêş û bi xortê fotokêş da xeyidî, jê ra got:

-Te çima rismê min xistiye vîtîrînê? Ma tu fedî nakî?

-Fotokêş got:

-Ji ber bedewîya te min danîye wir?

Jinik hinekî nerm bû, lê hêrsa wê daneket. Got:

-Baş e, ê te çima li binî nivîsîye: sê heb ji viya bi sed lîrayî ye?

Fotokêş got:

-Ew buha ne yê te ye, yê risim e.

 

Xewn

Rojekê xaxamekî cihû, keşeyekî xiristiyan, melayekî misilman û şêxekî êzdî li ser sinîyek peqlawe şert girtin. Gotin ji me xewna kê îşev xweş be sinîya peqlawê ewê ji wî ra be. Bi vî hawî li hev kirin, sinîya peqlawê teslîmî şêxê êzdî kirin û her kes çû mala xwe.

Şêxê êzdî sinîya peqlawê bir mal, da ber zarokan. Zarok ketin ser, têr xwarin.

Roja din hatin ba hev, xaxam, keşe û mele xewnên xwe gotin. Dor hat ser şêxê êzdî, şêx got:

-Di xewna xwe da min dî hûn hersê jî çûn cinetê. Min got qey hûn venagerin. Lema min peqlawe li zarokan belav kir.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE