13 september 2021

Filistînî wek me ne korfahm in

Gelek caran em ji filistîniyan, ji partiyên wan, ji serokên wan gazinan dikin.
Em dibêjin çima filistînî ji tirkan hez dikin, çima ji me bêtir dostên tirkan in, çima piştgiriya me nakin?

Bi bawerîya min di vê rexneya xwe da em li ser filisîtinîyan neheq in, ji bo wan çi baş e mêrikan wî ya dikin.
Ev jî rast e. Çimkî filistînî wek me ne korfahm in.

Di rojên giran da, di tengasiyê da kî tim li pişta meriv be, kî tim alî meriv bike, heger meriv ne nankor û bêbext be meriv jê hez bike, qedir bidê, bide ser serê xwe.

Filistînî jî viya dikin, kîjan dewlet alîkariya bike, ew jî ji wê dewletê hez dikin.

Tirk her tim li pişta filistîniyan bûne, li hember Îsraîl tim desteg dane filistîniyan, tim xêra wan xwestine û di rojên teng da çûne hawara wan, destê alîkariyê dirêjî wan kirine.

De îcar ji bo çi filistînî ewê nebin dostê tirkan û bibin dostê me?

Ji bo çi li hemberî tirkan ewê piştgiriyê bidin me?

Ma qey filistînî wek me dîn in?
Kîjan welat alîkariya tirk bi filistîniyan ra dikin bi me ra jî bikin, emê jî ji wê dewletê hez bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE