13 september 2021

Di jiyana miletan da girîngiya arşîvê

Ji bo berdewamîya civatan, organîzasyonan û têkiliyên di nabêna nifşan(cîlan) da qut nebe arîşv dezgeheke pir muhîm e, pirake bingehî ye.

Bi arşîvkirinê meriv berhem û belgeyan ji wendabûnê xelas dike, bi rengekî sîstematîk kom dike, dixe dûzanekê û însan bi rehetî xwe digihînin wan, jê fêdê digrin.

Ji ber şertên welatê me, ji ber êrîş û zulma hêzên dagirker yên bênabên, pêşiyên me nikanîbûne arşîveke netewî li pey xwe bihêlin. 

Dijmin mecal nedaye hebûna arşîvên şexsî jî, dest dane ser arşîvên şexsan û îmha kirine.

Hêzên dagirker nehîştine di civatê da îstîkrar û berdewamî çê bibe, tim midaxele kirine, tim talan kirine, kuştine û bi çolan xistine.

Ji bo wê jî eser û belgeyên pêşiyên me bi piranî ya hatine îmhakirin, ya jî wenda ne. Di van salên dawî da bi xêra hin weşanxaneyan çend berhemên hêja ji wendabûnê xelas bûn û gihîştin destê me.

Ji ber terora hêzên dagirker kesî newêrîbû kitêb û belgeyên xwe bi rehetî li mala xwe bihîşta, piranî dikirin bin erdê û di wir da diriziyan. Gelek tişt jî bi nezanî hatin şewitandin. Piştî ezderketim dervayî weltê arşîva min jî bi vî rengî hat şewitandin.
Vê tirsa ji dijmin kultura arşîvkirinê jî bi me ra çênekiriye. Lema kesî tiştên bav û kalên xwe neparastiye. 

Lê nuha li dervayî welêt hin îmkanên me yên arşîvkirinê çêbûne. Dibê meriv wan kitêbxaneyan, enstîtuyan zengîn bike û bide jiyandin.

XXX

Wek di sinetê heykeltiraşiyê û resamîyê da heye, di edebîyatê da jî carnan îdeolojî û siyaset heye.

Lê armanca edebîyatê ya esasî ne fêdeya siyasî ye, ne dana mesajên siyasî û îdeolojîk e.

Armanca edebîyatê ya esasî bi riya zimên, bi gotinan kêf û zewqê bide însên.

Yanî her şiîr, her çîrok û romana kurdî ne şert e mesjeke siyasî bide xwendevanan.

Her çiqas edebîyata me nuha serapê siyasî ye, lê dîsa jî di her berhemê da dibê em tim û daîm ne li dû mesajeke siyasî bin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE