12 september 2021

Heta em kurd azad nebin halê Tirkiyê ewê tim ev halê perîşan be


Îro 12ê îlonê ye. 41 sal di ser înqîlaba leşkerî ya 12ê îlona 1980î ra derbas bû. Halê kurd û tirkan ji xerabitir bûye, baştir nebûye.

Heta kurd azad nebin û Kurdistan çê nebe ne tirk ruyê rehetiyê dibînin û ne jî em kurd.

Tirk hemû vê rastiyê baş zanin; rehetî û aramîya wan girêdayî azadîya me ye.

Ji 1923 û vir da ye gelşa tirkan a esasî ev e, ji bo ku em kurd bindest in, Kurdistan di bin dagirkerîya wan da ye li Tikriyê rehetî û îstîkrar tu carî çê nabe.

Tirk viya baş zanin, lê bi hêvîya ewê me bihelînin bikin tirk bêaramiyê, bêîstîkrariyê, înqîlabên leşkerî, rejîmên dîktator tercîh dikin, dibêjin bira em perîşan bin, bira em ruyê demokrasiyê nebînin, lê bira kurd azad nebin.

Yanî azadîya me ewê tirkan jî azad bike û Tirkiyê bike welatekî demokratîk.
Hetanî ev nebe kêm zêde Tirkiye ewê tim ev Tirkiye be.

 

XXX

Miletê kurd yek e, Kurdistana serbixwe jê ra heq e, kurdê viya qebûl neke, hevalê neyar e, ji bin da bêxîret e.

Ji faris, ereb û tirkan ra çima dewlet heq e, çima ji me kurdan ra qebhet e?

XXX

-Di felsefê da, di siyasetê da, di edebîyatê da ya jî di kîjan sinetî da dibe bira bibe merivên îstîsnaî(exceptional)hemû melankolîk in.

Epîktetos

Jixwe merivê normal nikane tiştê mezin bike, ji bo îcadên mezin, ji bo evînên mezin, platonîk dibê meriv hinekî dînik be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE