Li nêzî mala me daristaneke mezin heye. Em lê digerin û
nagerin dawî nayê. Her car em dereke nuh dibînin em dibêjin ”haho, çima heta
nuha me ev der nedîtibû?"
Îro min û xanimê me berê xwe da alîyekî nuh, me got hela ka îro em bi vî alî da
herin. Ji ber ku lawikê me Rojen jî bi me ra bû em ne ji wendabûnê û ne jî ji
sût-mûtan neditirsiyan.
Ev 18 sal in em li vir dijîn, ev derên hewqasî xweş di ber pozê me da bû, lê min hîn nedîbû. Em rastî dîyar û zinarên wer bilind hatin, meriv dibû heyran.
Em du saetan li nav gerîyan. Her ku em gerîyan û me derên nuh dîtin, meraqa me zêdetir bû û em hinekî din bi nav da çûn.
Lê me gerrek baş kir, me çend derên pir xweş dîtin. Êdî me rê nas kiriye, heger hewa xweş be meriv kane here li ser wî zinarî rune û qahwa xwe vexwe û bi kêfa dilê xwe li bahrê û li xwezayê temaşe ke…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar