11 september 2021

Terora 11ê îlonê nayê jibîrkirin

 

Di tarîxa Amerîkayê da îro rojeke pir xembar, bi êş û jan e. Gelê amerîkayê îro 20 saliya qetlîama bi destê hov û terorîstên îslamî hat kirin bibîr tîne.

20 sal berê di 11ê îlonê da bi êrîşên wahşên îslamî 3000 hezar merivên amerîkî bi hovana hatin qetilkirin û bi hezaran jî birîndar bûn.

Qetlîama 20 sal berê di 11ê îlonê da bi destê barbarên îslamî hat kirin wahşereke mezin e, dinya hejand.

Terorîstên îslamî çar balafirên rêwîyan revandin, dudu li New Yorkê li bînayên cêwî World Trade Centerê xistin. Ya sisiya li Virginia Penagonê xistin û ya çara jî li Pennsylvaniayê rêwîyan li ber xwe dan, balafir ket.



Di her çar bûyeran da 2996 însan bi destên hovên îslamî hatin qetilkirin.


Di vê roja xembar da dilê min, hisên min bi kesên bûn qurbanên vê wahşeta dirinde û bi malbatên wan ra ye.

 XXX

-Du gunehên însên yên esasî hene, gunehên din ji wan dertên. Bêsebrî û tembelî. Ji bo ku bêsebir bûn ji cinetê hatin qewirandin û ji bo ku tembelî kirin nikanin vegerin.

Lê belkî jî tenê gunehekî însên heye, ew jî bêsebrî ye. Ji ber bêsebrîya xwe hatibûn qewirandin, ji ber bêsebrîya xwe nikanin vegerin.

///Franz Kafka 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE