10 september 2021

Tirkiye û Talîban dê û dot in


Berdevkê hukûmeta Talîbana Zabîhullah Mucahîd ji ajansa ÎHAyê ra gotiye, ”Tirkiye welatekî bira û dost e. Em bi Tirkiyê ra di nav têkilî û girêdaneke pir kûr da ne.”

Mêrik rast gotiye. Têkiliyên Tirkiyê bi Daîşê ra, bi El Qaîdê ra, bi tevgera Îxwan û îslamîyên din ra çawa be, çiqasî kûr û xurt be, bi herekete Talîban ra jî wisa ye.

Li ku dera dinyayê tevgereke îslamî hebe Tirkiye pê ra dost e û piştgiriyê didê. Hereketên îslamî giş Erdogan wek mezinekî xwe, wek serokekî îslamî dibînin. Ji bo wê jî ev beyana berdekê hukûmeta Talîban ne tiştekî xerîb û ecêb e.

Du dewlet tim li pişt hereketa Talîban bûn, yek Pakîstan e, ya din jî Tirkiyê ye. Amerîka viya baş zane, lê dîsa jî xwe nake qurbana Pakîstanê û Tirkiyê, tiştekî bi wan nake. Di ser da milyar dolaran dide Pakîstanê û Tirkiyê.

Jixwe Erdogan jî got ew ne li dijî fikir û bawerîya Talîban in, ew birayên hev in. Tirkiye û Talîban dê û dot in, dibê meriv bi virên tirkan nexap e.

Ev beyana berdevkê Talîban jî nîşan dide têkiliyên rejîma Tirkiyê û Talîbanan pir kûr e û ewê gelkî kûrtir bikin. Tirkiye di bin r ahevalê Talîban bûye.
Talîban ewê îdareya balafirxaneyê û hin karên din bidin Tirkiyê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE