10 september 2021

Li ser Hereketa Şêx Ubeydulahê Nehrî kitêbeke hêja


Baran Zeydanlioglu camêrî kiriye, kitêba xwe(Şeyh Ubeydullahê Nehrî Hareketi) ji min ra îmze kiriye û şandiye. Kitêb îro gihîşt destê min. Xebateke hêja ye.

Mîsyonerên ewrûpî yên di nabêna salên 1880-1890î da li dora Urmiyê, Wanê û Tebrîzê mane, li ser tevgera Şêx Ubeydullahê Nehrî gelek tişt nivîsîne, di rojnameyên ewrûpî da û di bîranînên xwe da gelek tiştên ji bo tarîxa me muhîm in belav kirine.

Yanî li Ewrûpayê li ser hereketa Şêx Ubeydulahê Nehrî û hereketa wî arşîveke dewlemend heye.

Baran Zeydanlioglu bi xebateke bi sebir û bi dîqet bala xwe daye arşîvên van mîsyonerên ewrûpî û li ser hereketa Şêx Ubeydullahê Nehrî  gelek nivîs, name û belgeyên hêja derxistine û di vê kitêba xwe da pêşkêşî dîrokzan û xwendevanên kurd kiriye.
Mala wî ava be. Karekeî pir giranbuha kiriye.



Baran Zeydanlioglu bi lêkerîna di nav van arşîvan da karekî pir hêja dike. Me kurdan zêde bala xwe nedaye rojnameyên îngilîzî, fransî, îspanî, swêdî û arşîvên mîsyonerên ewrûpî.

Baran Zeydanlioglu ji ber ku bi çend zimanên ewrûpî zane vî karî pir baş û xweş dike. Li ser kurd û Kurdistanê, li ser serîhildanên kurdan gelek belge çackanî û belgeyên hêja dibîne, derdixe û di kitêbên wiha da belav dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE