09 september 2021

Kafka û bûk


Ev çîroka serpêhatîya nivîskarekî mezin Franz Kafka û keçikek biçûk e. Keçika biçûk li paqeke Berlînê bûka(bebika)xwe ya li ber dilê wê pir şîrîn e wenda kiriye.


Franz Kafka
dibe şirîkê xemgîniya wê û bi fantazîyeke muhteşem dibêje bûk çûye seyahetê, dixwaze bigere û dinyayê bibîne.

Dûra jî bi devê bûkê(bebikê) ji keçikê ra nameyan dinivîse û her roj dema li parqê hevûdu dibînin û li bûkê digerin nameyên ew dinivîse dide keçikê.

Ev yek heta mirina Kafka dom dike.

Çîrokeke ne fantazî ye, serpêhatîyeke bingeheke wê ya rastîn heye. Çîrok kin e, lê belê tesîra li meriv dike mezin e.


Franz Kafka(1883-1924)tu carî nezewicî û nebû xwedî zarok.

Dema ew 40 salî bû rojekê li Berlînê li parqekê digerîya. Rastî keçikek biçûk hat. Ji ber ku bûka(bebika) xwe ya pir jê hez dikir wenda kiribû keçik pir xemgîn bû û digrîya.

Ew û Kafka demeke dirêj li bûka wê gerîyan, lê bêhûde bû, nedîtin.

Kafka ji keçikê xwest roja din ew dîsa li wir hevûdu bibînin, ji bo ku bi hev ra li bûkê bigerin.

Roja din, dema wan dîsa jî nikanîbûn bûkê bibînin, Kafka nameyek ”ji teref bûkê va hatibû nivîsîn” da keçikê. Di nameyê da digot:

-Ji kerema xwe negirî ! Ez derketime rêwîtiyekê ji bo ku dinyayê bibînim. Ezê macerayên xwe ji te binivîsînim.

Çîrokekê bi vî hawî dest pê kir, bi devê bûkekê dihat gotin û heta dawiya jiyana Kafka dom kir.

Kafka û keçikê li parqê bi dûzan hevûdu dîtin û di her hevdîtinê da Kafka bi dîqet macera û axaftinên bûkê ji keçikê ra dixwend û wê jî bi baldarî û bi heyranî lê guhdarî dikir.

Dawiya dawî Kafka hîşt bûk ”bi paş da vegere” (bûkek nuh kirî) û got ew vegerîya Berlînê.

Keçikê got:

-Ew qet naşibe bûka min !

Kafka nameyeke din da keçikê. Di wê da bûkê nivîsîbû:

-Rêwîtiyên min ez guhertim.

Keçika biçûk bûka nuh himêz kir û bi dilşadî bir malê.
Salek di ser ra derbas bû Kafka mir.

Piştî gelek salan, keçika nuha mezin e, nameyek di hundurê bûkê da dît. Di wê nameya biçûk da ku Kafka îmze kiribû, wiha nivîsîbû:

-Her tiştê tu jê hez dikî belkî wenda bibe, lê dawîya dawî evînê her tim li te vegere. Lê belê bi rengekî cuda û bi şiklekî din.”

Wergera ji swêdî Zinarê Xamo

2021-09-09

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE