09 september 2021

Tirk dixwazin amerîkiyan jî wek rûsan bikirin

 


Tirkiye ji bo ku hêrsa Amerîkayê daxîne dixwaze Fuzeyên Patrîot jê bikire. 
Tirkan bi S-400- rûs kirîn. Nuha jî dixwazin bi Patrîotan amerîkiyan bikirin.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu gotiye, ”buha be jî em dixwazin bikirin.”

Tirkan berê gotin ji ber ku Fuzeyên Patrîot pir buha ye ew nakirin û ji dêlî wê ve S-400ê rûs dikirin.

Lê nuha dibêjin buhayê wan çi be jî ewê bikirin. Ji bo ku Rûsya û Amerîka li Sûriyê alîkariya kurdan nekin amede ne her tiştî bikin.

Amerîka deh qatî buha jî bixwaze ewê qebûl bikin. Jixwe ji destpêkê pîlana wan ev bû, digotin heger Amerîka nerm nebû, emê Patroîtan jî bikirin û bi vî hawî devê herdu aliyan jî bigrin.

Tirk zanin pere kevir nerm dike, ewê Amerîkayê jî nerm bikin. Tirk josteyî vî îşî ne, ew zanin bi pera welatê nekirin tuneye.

Amerîkayê heta nuha gotiye ewê tu carî qebûl nekin Tirkiye ji Rûsyayê S-400î bikire. Hêvî dikim dev ji şêla xwe berndin û teklîfa Tirkiyê qebûl nekin.

Lê bi bawerîya min ewê teklîfa Tirkiyê qebûl bikin. Tirk ewê Amerîkayê jî wek Rûsyayê bikirin. Ev texmîna min şaş derkeve ezê kêfxweş bibim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE