08 september 2021

Fikrên me cihê bin jî dijminê me yek e

Halê me kurdan dişibe halê kesên bêmal, bêxanî, li kuçe û kolanan dijîn.

Ji dêlî ku em kurdên ji her fikrê û baweriyê bibêjin, emê çawa bibin xwedî mal, xwedî xanî, em li ser deqor û mobîlyayên hundur malê ketine gewrîya hev.

Heyra, ez bi heyrana we sosyalîst, komunîst û neteweperweran, kînga me welatê xwe rizgar kir, wê çaxê li ser dûzaneke çawa, aborîyeke çawa, demokarsîyeke çawa minaqaşe bikin, nuha em giş, sosyalîst jî, nasyonalîst jî bindest in û dixwazin welatê xwe azad bikin.

Hîn me dewlet çênekiriye em sîstema dewletê minaqaşe dikin.
Hesp tune ye em li ser şiklê afir li hev nakin.

Heyra bira her kes li ser fikrê xwe be, kî bi çi bawer dike, çi navî li xwe dike, çi etîketê bi sînga xwe ve dike serbest.
 Sosyalîst jî, komunîst jî, nasyonalîst jî li dijî dagirken in û azadî û serxwebûna welatê xwe dixwazin.
Fikrên cihê, îdeolojiyên cihê nabe sebebê em ji nuha da em têkevin gewrîya hev. 

 XXX

Hollandayê Tirkiye zêde perîşan kiriye, 6-1 berra Tirkiyê daye. Heger ne taximekî tirivor be 6 golan naxwe.

Tirkan bawer nedikirin ewê bi vê reqorê mexlûb bibin. Yanî hezîmeteke hewqasî mezin texmîn nedikirin. Lê hollandîyan kir qismet û nesîbê wan.

Bi vê hezîmeta 6-1 Tirkiye di gurûba xwe da bûye taximê sisiya, yanî ji dawîyê da bûye yek.

Jixwe tirk di her warî da bi piranî ji dawiyê da din yek.

Ez dibêjim Hollandayê ew gola tirkan jî di deqîqeyên dirijkirinê da wek sedeqe daye wan. Qey gunehê wan bi tirkan hatiye.
Yanî 90 deqîqeyê maçê 6-0 qedîya ye. Xwezî 6-0 bûya, 6-0 xweştir xuya dike

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE